Diyarname
Yek ji navdartirîn û dibe ku girîngtirîn birca kurdan Birca Belek e. Birca Belek êdî malê gel e.
Di serdema Bedirxaniyan de Birca Belek yek ji parçeyeke girîng a navenda Bedirxaniyan bû. Di sala 1847'an de bi têkçûna serhildana Bedirxan û bi sirgûnkirina wî re birc kete destê Împaratoriya Osmanî. Osmanî wê demê leşkerên xwe di Bircê de bi cih kirin. Ev yek di serdema Komarê de jî dom kir. Ev 35 sal in jî Serleşkeriya Tabûra Hidûdê ya Cizîrê di keleha Cizîrê û Birca Belek de ye.
Di van 10 salên dawî de ku rêxistinên kurdan (DEHAP, DTP, BDP) li Cizîrê Şaredarî bi dest xist her xwest leşker Keleha Cizîrê ku Birca Belek jî di nava xwe de dihebîne vala bike, deriyên bircê ji bo gel bêne vekirin û ew der bibe navenda tûrîzmê.
Şaredariya Cizîrê mesele bir dadgehê û di dawiyê de biryar hate girtin ku leşkerî ji bircê vekişe. Di dawiyê de leşker ji bircê vekişiyan û Birca Belek di roja 14'ê vê mehê de deriyên xwe ji bo gel vekirin.
Niha Şaredariya Cizîrê û Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê li Birca Belek paqijiyê dikin, pêre ji bo ewlehiyê dê kamerayan bi cih bikin û gel wê bikaribe here li bircê bigere.Dîroka Keleha Cizîrê û Birca Belek
Dîroka avakirina keleha Cizîrê û Birca Belek digihîje peya Împeratoriya Gutî a 4000 sal Berî Zayînê. Ew, di serdemê Împeratoriya Sasanî de bi serokatîya Erdeşêr Babekyan 241 -226 berî zayînê, hatiye nûjenkirin an restorekirin.Di sala 1596'an de mîr Şerefê 2'yan Birca Belek û şaneşîn di hewşa wê kelehê de ava kirine. Birca Belek, di geşbûna xwe de, ji 366 odeyan pêk dihat
Wezareta Çand û Tûrîzmê ew der wekî qada sîtê îlan kir. Di sala 2005'an de biryar hate girtin ku leşker wê derê vala bikin. Keleh û Birca Belek ji bo Bedirxaniyan navend bû. Dûre avahiya Serleşkeriya Alaya Hemîdiye li wê derê kar kir. Tirbeya Mem û Zînê li wê derê ye. Li nav keleyê deriyê bi şêr, Birca Belek, ji bermayînên ji sûrê hene. Keleh li ber Çemê Dîcleyê bi her awayê xwe ciheke tûrîstîk e.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Kovara “Birca Belek” li benda nivîsan e