logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ji Stenbolê notên Newrozê

  • Dîrok: 19/03/2023
  • Beş: Nûçe

Cemil Oguz

Bi rojan e amadekarî ji bo Newroza Stenbolê dihat kirin. Meraq ew bû berî hilbijartinê dê rewşek çawa hebe? Û di vê serma û baranê de dê rewşek çawa hebe? Bersiv ev bû: Ligel her tiştî gel li ser lingan e. Û bi hatin û çûyînan wekî hejmar ji salên din ne kêmtir bû.

Ji serê sibê de bi sed hezaran kes ber bi Qada Yenîkapiyê ve herikî. Notên ku ketin ber min, tiştên girîng ku min dîtin em rêz bikin:

- Îsal li her derê bi diruşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz hat pîrozkirin. Li Stenbolê jî di pankat û axaftinan de ev diruşm hebû.

DEKLARASYONA KURDÎ-TÎRKÎ

- Deklarasyona Newrozê bi tirkî û kurdî hat xwendin.

- Di deklerasyonê de jî, di axaftina axifgeran de jî du tişt li pêş bûn: Erdheja ku navenda wê Mereş bû û bandor li 11 bajaran kir û hilbijartina ku dê 14'ê gUlanê li dar bikeve. Di deklerasyonê de jî mêvanan jî sersaxî xwestin. Û Newroza Stenbolê diyarî kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane kirin. Her wiha ji ber erdhejê platforma Newrozê bi rengê reş hatibû sazkirin.

- Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Volkan Bulut li ser navê komîteyê silav li gel kir û gotina Cegerxwîn a wekî “Kurdno bibin yek, heger hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek” bibîr xist. 

- Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin.

NASNAME Û ZIMAN

- Hevserokên HDP'ya Stenbolê Ferhat Encu û Îlknur Bîrol axivîn.  Birol got me bi xemgînî, bi şîn pêşwazî li biharê kir lê em bi hêvî ne, em ber bi azadiyê ve dimeşin.

Encu jî di axaftina xwe de got ku ji bo ziman û nasnameya xwe ew li vê derê ne û got ku ew dê Stenbol amade ye, gelê kurd amade ye, dê hesabê ji desthilatdariya AKP-MHP'ê bixaze.

- Ligel sar û sermayê jî bi sedhezaran kes bir bi qadê ve herikî. Ji ber sermayê ji serê sibê de heta piştî nîvro her qefleyek diçû, qefleyek vedigeriya. Ji dema ku hewa xwe bû cudatir bû. Gel tam bi temamî qad danegirt, lê çûn û hatin nîşan didan ku sedhezar li ser piyan in. Ji navenda Aksaray heta Yenîkapi ji çûn û hatina gel kesî nedikarî gavan biavêje.

- Ji ber ku sar û serma bû ji salên hewa normal cudatir hejmara zarokan kêm bû. Di salên hewa xweş e gel ligel zarok, kal û pîran dihat qadê.

- Ji salên din cudatir gelek hêzên ewlehiyê hebûn. Ji navenda Aksaray heta Yenîkapi hema bêje rêza polîsan ji du aliyên rê ve bênavber Bû.

ALÊN CUDA

- Ji ber îhtîmala girtina HDP'ê û îhtîmala beşdariya hilbijartina bi "Yeşil Sol Parti" (Partiya Çep a Kesk) alên vê partiyê gelek bûn. Alên Partiya Çep a Kesk ji alên din zêdetir bûn. Li aliyê din hema li cihê ketina qadê standên "Ji bo sindoqên hilbijartinê bibe alîkar" hatibûn vekirin, yên ku bixwesta di hilbijartinê de kar bike navvv dihatin qeydkirin.

- Partî û rêxistinên cuda bi alên xwe li qadê bûn. Gelek Alên Kurdistana Federe jî li qadên hatin vekirin.

AMED SPOR LI QADÊ BÛ

- Di serî de Koma Barîkat a piştgira Amed Sporê, gelek hezkirên Amed Sporê bi alên Amed Sporê li qadê bûn. Ji her salê zêdetir alên Amed Sporê hebûn. Barîkat bi alên tîmê derketin ser dikê jî û silav dan temaşevanan.

KURDÊN NASYONALÎST

- Komek bi navê "Kurdên Nasyonal" jî derketiye. Wekî salên borî îsal jî ev kom ku çend kes bûn alên ku li ser "Kurdên Nasyonalîst" nivîsî û wêneyê Qazî Mihemed li ser vekirin û li qadê geriyan. Lê ya balkêş, kesek li nav vê komê bû û alek li ser "Partîzan" nivîsî di dest de bû û her ligel wan digeriya. "Kurdên Nasyonal" û "Partîzan" wekî xalek balkêş bû.

- Hinan tîşortên fotoyê Selahattin Demirtaş li ser li xwe kiribûn.

- Ji Newrozên berê cudatir hejmarek gelek mezin ji ciwanan hebû. Û hin ciwanan bi stranan "Şervano" govend digerand.

'PÊDIVÎ BI PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ HEYE'

- Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan di axaftina kir de bal kişand ser hêza Newrozê û got, "Îro roja ku em hêza xwe nîşan bidin e. Îro ew roj e em banga çareserî, muzakereyê dikin. AKP-MHP dê bibînin ku gele kurd, gelên Tirkiyeyê çiqas mezin in. Pêdiviya vî welatî bi şer tune ye. Pêdivî bi aştiyê heye. Bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî heye. Ew çavkaniyan ji bo şer bikartînin. Em vê qebûl nakin."

Buldan bal kişand ser tecridê û got ku hemû Tirkiyeyê tecrîd dikin, hema kî diaxive diavêjin hepsê û got, "Em silavên xwe ji bo girtiyan dişînin. Em silavan li Demîrtaş dikin, Gultan Kişanak dikin, silavan li Fîgen Yuksekdag, Selçuk Mizrakli, Îdrîs Baluken, Sebahat Tuncel dikin. Em dizanin ku ew ne girtî ne, ew li vê derê ne û ligel me Newrozê pîroz diin."

Buldan li ser hilbijartinê jî sekinî û got, "Emê 2 mehan pir bixebitin. Emê herin ber her derî û li her derî bixin. Emê dest bidin dilên mirovan. Emê bi ser bikevin. Emê 14'ê gulanê sindoqan biparêzin, emê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Emê pêşeroja xwe ava bikin."

Û BINÇAVKIRIN

- Û dawî: Wekî her sal, îsal jî dema komên dawî pîrozbahiya Newrozê bi dawî kirin û vedigeriyan malên xwe polîsan êrîş kir. Tê gotin ku bi dehan kes hatine binçavkirin.

Ji ber hewa sar bû zarok kêm bûn lê yên heyî jî bi coş bûn. Ev keçik zaroka herî biçûk a endama Partiya Çep a Kesk e. Kêfa wê li cih bû.

 

*** 

 

Nûçeyên Eleqedar:

- Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin

- Newroz Şemzînan de dest pa kerd 

- Bajar bi bajar bernameya Newrozê 

- Li Stenbolê jî deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin 

- Deklerasyona Newrozê: Li 43 cihan Newroz tê

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Hilbijartineke biçûk a herêmî

ad

Pirtûkek li ser rewşa sosyolenguîstîk a kurdî ya li Tirkiyeyê

ad

Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome

ad

Cannes a sînemayê

ad

Hîroşîma ji bo konferansa aştiyê Kobanî jî vexwend

ad

Nivîskarên kurd li Edeneyê tên pêşberî xwendevanên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname