Enqere
BDP'ê li ser navê xwe ji bo endamtiya RTUK'ê du nav pêşniyar kir; ji van yek dê li ser navê BDP'ê bibe endamê RTUK'ê.
Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) ji 11 endaman pêk tê. Li gor meziniya partiyên di meclisê de endam li wan tê belavkirin. Li gor hejmara mebûsên BDP'ê tenê mebûsek ji bo BDP'ê dikeve. BDP jî wekî partiyên din du qat navê kesan pêşniyar dike û ji nav wan tê hilbijartin.
Li gor vê rêgezê BDP'ê du nav pêşniyar kirin: Doç. Dr. Ahmet Yildirim û Abdullah Karahan. Li ser navê BDP'ê di hilbijartina li meclisê de dê yek bê hilbijartin û li ser navê BDP'ê di nav Lijneya Jorîn a RTUK'ê de cih bigire.
Doç. Dr. Ahmet Yildirim hîndekarê Beşa Erdnîgarî ya Koleja Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ye û Abdullah Karahan jî rêveberê Egîtîm-Sen’ê ye.