Diyarname
Akademiyê eşkere kir ku wan nivîskarê ji Norwecê Jon Fosse ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2023'yan guncav dîtiye.
Akademiyê ji bo Fosse got, "Ji bo bi lîstik û nivîsên xwe tiştên nehatiye vegotin aniye ziman ew hêjayî xelatê hatiye dîtin."
Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin ku wî bi zimanê Nynorsk a Norwecî gelek berhemên wekî lîstik, roman, koleksiyona helbestan, ceribandin, pirtûkên zarokan nivîsandine û werger çêkirine û wisa hatiye gotiye, "Îro li dinyayê yek ji nivîskarên lîstikan e ku metnên wî kirine şano, ligel vê yekê bi nivîsên xwe yên din jî her ku diçe tê nasîn."
Jon Fosse kî ye?
Niviskar Jon Fosse di sala 1959'an de li Norwecê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Bergenê "wêje danberhev" xwendiye. Ew ji du zimanên Norwecê yên nivîskî Nynorskê tercih dike û bi wê dinivîse. Yekem romana wî bi nave "Raudt, svart" (Sor, Reş) di sala 1983'yan de derket.
Ji metnên wî yekem lîstik di sala 1994'an de bi navê "Og aldri skal vi skiljast" (Û emê qet veneqetin) derxistin ser dikê.
Roman, çîrok, helbest, pirtûkên zarokan, ceribandin û lîstikên wî heta niha ji bo 40'î zêdeti zimanan hatine wergerandin.
The Daily Telegraph lîsteya nivîskarên mezin ên dijîn a 100 kesî amade kiribû, Fosse di rêza 83'yan de cih girtibû.
Fosse di sala 2015'an de Xelata Wêjeyê ya Konseya Îskandînavyayê girt.
Xelata Nobelê ya Wêjeyê di sala 2022'yan de dabûn Annie Ernauxê.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Serkewtey Xelatê Nobelî ê Kîmya hamey eşkera kerdin
- 3 kes hêjayî Xelata Nobelê ya Fîzîkê hatin dîtin
- Serketiyên Xelatên Nobelê yên Tibê diyar bûn
********
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Peykersazên Başûr û Rojhilat bi hev re pêşangeh vekirin
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê


