SILÊMANÎ
Li Salona Neteweyî ya Emnesoreke ya Silêmanî pêşangeheke peykera hate vekirin. Di pêşangeha ku ji aliyê Navenda Hewt Renge ve hatiye organîzekirin de 60 peykerên 19 hunermendên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê cih digirin.
Yek ji amadekarên pêşangehê Bextiyar Reşîd ji Rojnewsê wisa gotiye: “Navenda Hewt Renge ev sala duyemîn e ku pêşangeha peykersaziya kurdî vedike û 19 peykersazên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi 60 peykerên bi mezinahiyên cuda beşdarî pêşangehê bûne.”
Bextiyar Reşîd da zanîn ku ji du mijaran pêk tên ku ew jî portreyên şexsî û çîrokên kurdî ne û got; “Pêşangeh dê pênc rojan berdewam bike û emê hewl bidin di salên pêş de qada pêşangehê berfirehtir bikin da ku hunermendên din jî tê de cih bigirin.”
Pêşangeh wê 5 rojan vekirî bimîne.
********
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî:
diyarname@diyarname.com