Diyarname
Maçên Koma A temam bûn. Ji çar tîmên komê Îtalyayê di her sê maçên xwe de jî bi ser ket û bi 9 pûanan derbasî Dora 16'an bûn. Galler bi avaraj wekî duyemîn ji komê derket û Swîsre dê li benda tîmên din be ku îhtîmal e wekî "Sêyemînên serketî" ji komê derê.
Îro maçên seyêmîn ên Tûrnûvaya Euro 2020 dest pê kirin. Êdî yên derbasî Dora 16'an û yên dê vegerin mala xwe diyar dibin. Maçên pêşî ji Koma A bûn. Di vê komê de favorî helbet Îtalya bû û Îtalya di her sê maçên xwe de jî bi ser ket û bi 9 pûanan ji korê derket. Îtalyayê îro Galler kir mêvan. Tenê golek hebû di maçê de: Ethan Ampadu di deqîqeya 55'an de li ser navê tîma xwe golek tomar kir. Îtalya bû 32 maç têk naçe û bû 11 maç bêyî golek bixwe maçê temam dike.
Îtalya bi 9 pûanan, Galler bi 4 pûanan di rêza duyemîn de cih girt û ji komê derket.
Maça din a komê jî di navbera Tirkiye û Swîsreyê de bû.Swîsreyê bi golên Seferoviç (Dq 6), Shaqiri (dq 26 û 68) Tirkiye bi 3-1 (İrfan Can Kahveci, dq 62) têk bir. Swîsreyê bi vê serketinê pûanên xwe derxist 4'an lê ji ber avarajê di rêza sêyemîn de ma. Ew dê li benda sêyemînên komên din bisekine.
Li gor rêgezê ji 24 tîmên tûrnûvayê 12'yên ku di rêza yekem û duyem ên komê de cih digirin raste rast diçin Dora 16'an, 4 tîm jî ji sêyemînên herî serketî ji komê dertên.
Sibê du maçên Koma B, du maçên Koma C dê bêne lîstin.
***
Maçên din:


