Diyarname
Dayika Emine Şenyaşar ev 200 roj in di Nobeta Edelatê de ne û îro ji bo 200'emîn rocî 200 parezêr li ber Edliyeya Rihayê ketin nobetê.
Li Sirûca Rihayê di 14'ê pûşpera 2018'an de parêzvan û xizmên mebûsê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz gule bera malbata Şenyaşar dan û di bûyerê de mêrê Emine Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Emine Şenyaşar ji bo qatil bêne dîtin û darizandin ev 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê ligel kurê xwe Ferit Şenyaşar (Ew jî di bûyerê de birîndar bûbû) "Nobeta Edelatê" digirin.
Nobeta Edaletê 9'ê adara 2021'ê dest pê kir û îro 200'emîn roj e. Ji bo 200'emîn rojî 200 parêzer çûn ber Edliyeya Rihayê û ji bo piştgiriya Şeryaşarê ketin nobetê.
Parêzeran li vê derê daxuyanî dan û wisa gotin: "Bi ser bûyerê re ligel ku 3 sal derbas bûn0e jî hê lêpirsîneke cidî nehatiye kirin, kiryar derneketina holê, bi ser de jî astengî danine ser dosyayê. 3 sal in dosya wisa ye. Malbata ku ji saziya edlî hêviya xwe biriye ji 9'ê adara 2021'ê ve di Nobeta Edelatê de ye. Şahidê herî nêz ê bêhiqûqiya ku malbat rû bi rû bûye komeleya me OHD (Komeleya Hiqûqnasên AZadîxwaz) ye."
Ev çalakî bi banga Şaxa Rihayê ya OHD'ê çêbû. Di nav 200 parêzerî de Serokê Baroya Amedê Nihat Eren, endamên OHD'ê û gelek parêzerên ji baroyên din hene.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ji roja pêşî heta roja 200'î