Diyarname
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 5'emîn Kongreya xwe ya Awarte li salona Navenda Bazirganî ya Dinyayê ya Enqereyê li dar xist.
Di salonê de pankertên wekî "Ciwanên kurd pêşengên Ronesanda Rojhilata Navîn in", "Her ku hûn xira dikin, em jin ji nû ve ava dikin" daliqandin. Di kongreyê de diruşmên şehîd namirin hatin bilindkirin.
Piştî ku dîwan di bin serokatia Bedriye Yorgun de hat sazkirin, kongre li dar ket.
Piştî axaftinan hilbjartin li dar ket û Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir ji Yeşîl Sol Partî îstîfa kirin carek di ji bo Hevserokatiya DBP'ê hatin hilbijartin. Aydeniz ji Mêrdînê, Bayindir ji Batmanê wekî mebûs hatibû hilbijartin.