Diyarname
Roja 21'ê mehê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî bû. Li gelek bajar û navçeyan di vî warî de daxuyanî hatin belavkirin. Yek ji daxuyaniyan jî li Cizîrê bû.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek jî li ser wê rojê daxuyanî da. Komeleyê li ber avahiya xwe daxuyanî belav kir. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ji ber xwendina metna daxuyaniyê der barê Hevserok^ÄŸe Komeleyê Cahit Akil de bi îdîaya "gel ber bi kîn û nefretê ve dehf daye" doz vekir. Akil di vê çarçoveyê de li Emniyeta Cizîrê îfade da.
Akil piÅŸtî derketina ji emniyetê got ku êrîÅŸ û astengî nikarin pêÅŸî li me bigirin, heta zimanê me zimanê perwerdehiyê emê xebat û têkoÅŸîna xwe bidomînin.
Ji bo Roja Ziman nûçeyên li ser wê rojê:
- Li Rojava çalakiyên ji bo ziman
- HDP: Divê mafê zimanê dayikê wekî fermî bê naskirin û qebûlkirin
- Bajar bi bajar daxuyaniya saziyên kurdî
- KNK: Parastina ziman peywira me ye, em wê derxin asta bilind