Cemil Oguz
"Aşît" navê belgefîlmekî bi kurdî ye. Temaşevanan dibe heta Wanê. "Anîta" jî bi kurdî ye, êşa malbateke pebaner a kurd tîne ziman. Di beşa "Dema Belgefîlman" de ligel "Aşît" û "Anîta"yê, 8 belgefîlmên din hene ku ji welatên din ên dinyayê hatine.
43'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê 17'ê mehê ji bo sînemahezan deriyên xew vedike. Di beşa "Dema Belgefîlman" de her sal belgefîlmên balkêş ji dinyayê tên. Û ez her sal herî zêde ji vê beşê hez dikim. Îsal di vê beşê de 10 belgefîlmên metrajdirêj hene. Hin ji wan di festîvalên navneteweyî de xelat girtine.
'DAHOMEY' Û DAGIRKERÎ
"Dahomey" belgefîlmê derhêner Mati Diop e ku li Berlînê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girtibû. Di sala 2021'ê ded 26 berhemên hunerî yên dîrokî ji Fransayê îadeyê Beninê dikin. Dahomey ji aliyekî ve qala nêrîna berhemek dike, li aliyê din ve gotinê dibe ser dagirkerî û şêlandinê. (Belgefîlm 19, 20 û 25'ê mehê tê nîşandayîn)
Ji belgefîlmên vê beşê "THE UNDERGROWTH" (Yaprak Firtinasi) ji Spanyayê, "ALREADYMADE" ji Hollandayê, "Benim Adim Mutlu" ji Tirkiyeyê, "BEHIND THE SUN" ji Tunusê û "Anselm" jî Almanyayê hatiye.
"Anselm" belgefîlmê derhênerê navdar Wim Wenders e ku par li Cannesê hat nîşandayîn. Belgefîlm çîroka wênesaz û peykersaz Anselm Kiefer dixe ber çavên temaşevanan. Belgefîlmî par Xelata Muzîka Herî Serketî ya Yekîtiya Belgefîlmkarên Navneteweyî girt. Derhêner Wenders jî dê bê festîvalê.
ÇÎROKEK JI FILISTÎNÊ 'BYE BYE TIBERIAS'
Li aliyê din "BYE BYE TIBERIAS" ji Filistînê hatiye; li festîvalên Venedîk, Toronto, London û Chicagoyê hatiye nîşandayîn, li gelek cihan xelat girtiye. "A New Kind of Wilderness" (Vahşi ve Hur) ji Norwecê hatiye ku li Festîvala Sundanceyê Xelata Mezin a Juriyê ya Belgefîlmê girtibû.
Hiam Abbass dê, pîr û heft xwişkên xwe li dû xwe dihêle û ji bo bibe lîstikvan dikeve dû xeyalên xwe. Piştî 30 salan û kişandina gelek fîlman, Abbass ligel keça xwe ya lîstikvan Lina Soualem vedigere gundê xwe, dikeve dû bîranînên xwe.
"AŞÎT"
Di vê beşê de du belgefîlmên bi kurdî hene. Yek ji wan "Aşît" e. Belgefîlmê 60 deqîqeyî ji aliyê Pinar Ogrencî ve hatiye kişandin. Fîlm li Miksa Wanê derbass dibe ku li wir gelek berf dibare, jixwe fîlm jî ji bûyerên ji berfê, ji aşîtê navê xwe girtiye.
Di belgefîlmê bi kurdî de derhêner Ogrencî dide dû şopa ermeniyên ku li wê derê jiyane. Di çêkirina belgefîlm de ji arşîvê û dîmenên niha, wekî berfê, dîmenên gel sûde digire. (Belgefîlm 21 û 22'yê mehê tê nîşandayîn)
*
ÊŞA MALBATEKE KURD 'ANÎTA'
Navê orjînal ê belgefîlmî "Anîta, Gomshodeh Dar Akhbar" (Anîta, Lost in the News - Anîta, Piştî Xeberan) e.
Belgefîlmê 17 deqîqeyî ji aliyê derhêner Behzad Nalbendî ve hatiye kişandin. Roja 27'ê kewçêre boteke ser behrê ji bo 19 penaberan ji Dunkirka Fransayê bibe Îngilistanê dikeve rê, lê piştî çend deqîqeyan bot noqav dibe. Heft penaber têde dimirin. 5 penaber ji malbateke kurdên Rojhilat bûn ku ji bo jiyaneke baştir ketibûn rê. Belgefîlm çîroka vê malbatê pêşkêş dike. (Fîlm rojên 24 û 27'ê mehê tê nîşandayîn. Di seansê de pêşî belgefîlmê "Guneşîn Ardinda" dûre dê ev bê nîşandayîn)
'BYE BYE TIBERIAS' çîroka vegera jinek li axa bav û kalên xwe û ketina dû bîranînan e.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Festîval dîsa hat: Fîlmên festîvalê hatin eşkere kirin
- Berlînale ra fîlmê xelatî girotê yenê Stenbol
- Jurî Pêşbazî ay Neteweyî eşkera bî
- Juriya Xelata Seyfî Teoman diyar bû
- Jurî Pêşbazî Belgefîlman hamî eşkerakerdin