Diyarname
Batman ji roja ku bûye Batman, ji roja ku ji bo wê gotine "Batmane Batmane lê bi lê gulê lê lê" "û heta îro qelebalixek wisa, mîtîngek wisa nedîtiye. Ne hezar, ne deh hezar, hema mirov barî bûn; ne li erdê cih hebû ne li ser avahiyan... Û niha Batmanî li bendê ne ku di 7'ê pûşperê de ber bi 4-0 ve herin.
Belê îro mîtînga HDP'ê ya hilbijartinê li Batmanê hebû. Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî mîtîngê bû û got: "Hin kes dibêjin HDP bi çekan deng kom dike. Îro ev qad nîşaneya vê yekê ye. Ev qada ku girseya wê mezin e bersiva wan îftîrayê wan in. Me tu kes bi darê zorê neaniye vê derê, hemû jî bi daxwaza xwe hatine. Ev qad ji bilî Xwedê ji kesî natirse. Ji ber ku hûn evîndarê aştiyê bûn ev qad tije bûye. Demek kurt ji bo 7'ê pûşperê maye. Li ku derê kêmasiyên me hebin divê em deynin aliyekê. Ji bo me her dengek pir bi qîmet e. Mora ku di destên we de ye divê hûn vê mohrê li bin dara HDP'ê bidin û vî welatî ji wan rizgar bikin. Ji bo ku em zagoneke bingehîn a demokrasî çêbikin divê hûn HDP'ê rêkin meclisê. Em ê Zagona Bingehîn a Kenan Evren jî li dû wî bişînin. Divê kes neyê provokasyonan, bi sebrekî mezin xebatên xwe yên hilbijartinê pêk bînin û li sindoqan xwedî derkevin. Divê di vê mijarê de her kes hesas be."
Li Batmanê 4 mebûs têne hilbijartin. Bi vê girsiyê jî derket holê ku HDP li Batmanê dê 3 mebûsan derxe û zorê bide yê 4. Ger bibe 4-0 dê ev yek ne surprîz be. Me jî ev wêneyê îro, ev dîmen wekî wêneyê rojê hilbijart û em pêşkêşî we dikin.