Diyarname
Heta niha nîqaş hebû partiyên di nav Îtîfaqa Ked û Azadiyê de dê çawa bikin? Bersiva vê pirsê zelal bû. Fermo xal bi xal mesele:
KÎJAN PARTÎ HENE?
- Di nav îtîfaqê de HDP, Yeşil Sol Partî, Turkiye İşçi Partisi (TÎP), Emek Partisi (EMEP), Toplumsal Ozgurluk Partisi (TOP), Emekçi Hareket Partisi (EHP) û Sosyalist Meclisler Federasyonu (SMF).
LÎSTE WÊ ÇAWA BE?
- Biryar e, hemû partî di bin banê Îtîfaqa Ked û Azadiyê de bikevin hilbijartinê. Heta îtîfaq sedî 7 zêdetir dengan bigire, partiyên din jî bendava hilbijartinê derbas dikin.
- HDP bi navê Yeşiller Sol Partî dikeve hilbijartinê.
- EMEP û TÎP di nav îtîfaqê de lê bi navên xwe dikevin hilbijartinê.
- TOP, EHP û SMF ên nav îtîfaqê ji lîsteyê Yeşîl Sol Partî dê bikevin hilbijartiê.
- Daxwaza rêveberiya HDP'ê ew bû ku bi yek partî û yek lîste bikevin hilbijartinê, lê van partiyan qebûl nekir.
- Bendava hilbijartinê sedi 7 e. Îtîfaq dema sedî 7 derbas bike hemû partî bendê debas dikin lê ji bo mebûsek/an bi dest bixin divê dengên wan ên li wî bajarî jî sedî 7 derbas bikin.
- Îtîfaq hemû protokola ku partiya îmze kiriye teslîmê YSK'ê dikin. Îro roja dawî bû. Hevserokên Yeşil Sol Parti Çigdem Kiliçgun Uçar û İbrahim Akin, Serokê TÎP'ê Erkan Baş û Serokê EMEP'ê Ercument Akdeniz protokol îmze kirin û teslîmê YSK'ê kirin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir
- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye
- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?
- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê
- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?
- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal
- Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?
- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê
- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya
- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû
Parve Bike