logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî
  2. Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir
  3. Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin
  4. Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin
  5. Îdirî tarîx nişt
news-details

Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinê û berendaman gotina xwe got

  • Dîrok: 06/04/2023
  • Beş: 2023 Hilbijartin

AMED

Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinên 14’ê gulana 2023'yan li Amedê, li Salona Cemiyeta Rojnamegeran daxuyani da çapemeniyê û daxwazên xwe anîn ziman.

Hevserokên HDP'ya Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyad Ceylan, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û nûnerên saziyan beşdar bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend.

Va ne daxwazên platformê:

- Dê di vê hilbijartinê de xuya bibe ka kî wekhevî û demokrasiyê diparêze û kî jî li dijî van nirxan tevdigere. 

- Yan siyaseta ku were pêşkêşkirin wê bi biryardarî alîgirê çareserî, aştî, diyalog, azadî, demokrasî û wekheviyê be yan jî siyaseta ku Komara Tirkiyeyê ev sed sal in li hemberî gelê kurd daye meşandin wê berdewam bike. 

ÎNKAR AN QEBÛLKIRINA STATUYA KURDÎ

- Yan wê înkar, asîmîlasyon û tunehesibandina kurdan berdewam bike, yan jî dê statûya gelê kurd were pejirandin.

- Platforma Zimanê Kurdî di vê hilbijartinê de doza ziman, hebûn û nasnameya kurdan dike. Di hilbijartina 2023’yan de daxwaza me ya sereke ev e; yan dê kurd mafê ziman û nasnama xwe bi dest bixin û bibin hemwelatiyên azad û wekhev yan jî dê aşê pişaftinê, hevduneqebûlkirinê, bindestiyê û nîjadperestiyê bidome. 

- Ji bo me ziman û nasnameya kurdî xeta sor e. Bila hemû kes û aliyên siyasî vê rastiyê baş bizanin ku em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye. 

JI BEXÇEYÊ ZAROKAN HETA ZANÎNGEHA KURDÎ

- Em dibêjin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Mafê hemû miletan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin, xizmetên fermî bi zimanê xwe bistinin. Em dixwazin ku zimanê kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. 

- Zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navendî û zanîngehan, divê bibe zimanê perwerdeyê. Divê hemû astengî û rêbazên pişaftinê yên li ser kurdî û çanda kurdan bên betalkirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin.

NAVÊN GUND Û BAJARAN ÊN BI KURDÎ

- Divê navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi kurdî bin. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredariyên bakurê Kurdistanê dixebitin bi kurdî bizanin biaxivin, binivîsin û bixwînin. 

- Divê xutbe li mizgeftên Kurdistanê bi kurdî bên dayîn. Ji bo hêsankirina van daxwazan jî divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî fermî were damezirandin û jê re bûdçe were veqetandin.

- Em ji partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dixwazin ku tiştên li bajarên kurdan dibêjin, li rojavayê Tirkiyeyê jî bibêjin û biparêzin. Siyaseta durûtiyê bi kêrî tiştekî nayê. 

DIVÊ MEBÛS Û ŞAREDAR BI KURDÎ BIZANIBIN

- Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredariyan bi kurdî bizanin. Di her qada jiyanê de divê zimanê kurdî dîtbar bibe. Zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bo hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan dibin. 

- Di xebatên hilbijartinê de divê zimanê kurdî di hemû cureyên çalakiyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên kurdan bi kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi kurdî dirûşman berz bikin û bi hevre bibêjin; bê ziman jiyan nabe, jiyan jî bi kurdî xweş e.

 

 

Nûçeyên Eleqedar:

- Cengiz Çandar jî berendam e

- 'Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd' piştgirî dide Partiya Çep a Kesk

- Ev mebûsên HDP'ê wekî berendam nayên nîşandayîn (Lîste) 

- Piştî 50 salan Antalya yekem car bê wî dê bikeve hilijartinê 

- Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan 

- Mehmet Aslantug ji TÎP'ê dibe berendam

- EMEP ji lîsteya Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê

- Ger îtîraz neyên qebûlkirin 4 berendam hene

- Farqînî, Aktar, Candemîr û pêşberendamên din 

- Huda-Par û YRP'ê jî biryara xwe dan 

- Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar bû

- Wê çend kes deng bikar bînin? YSK'e eşkere kir 

- Hûnê li ku dengên xwe bidin? Dema kontrolê ye 

- Hilbijêrên li derveyi Tirkiyeyê divê çi bikin?

- Li ser îtîfaqan YSK'ê rêgezên xwe eşkere kirin

- Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi yek lîsteyê dikeve hilbijartinê

- Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin? 

- Bi 25 pirs û bersivan hilbijartina îsal

-  Ji bo Kiliçdaroglu kî çi got?

- Ev 'Yeşîl Sol Partî' kî ne?

- Îdîa: HDP bi Yeşîl Sol Partî dikeve hilbijartinê

- Îtîfaqa Kurdistanî ji bo li ser hilbijartinê biaxive civiya 

- Li Tirkiyeyê roja hilbijartina Serokomarî û ya giştî eşkere bû   

       

  


Parve Bike

Youtube Me

Roja Axê ya Dinyayê

news

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news
2023 Hilbijartin - Nivîsên Dawî
news
  • 01 06 2023

Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir

news
  • 30 05 2023

'Em ê encamanê bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin'

news
  • 30 05 2023

Kursiyên li meclisê bi vî rengî çêbûn

news
  • 28 05 2023

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

news
  • 28 05 2023

Erdogan: Niha li pêşiya me hilbijartina 2024'an heye

news
  • 25 05 2023

HDP û Yeşîl Sol Partî rengê dengên xwe eşkere kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Li Amedê Muzeya Mehmed Uzun vedibe

ad

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

ad

BM 8'emîn caran ser hev de gihîşt miraza xwe

ad

Ji ber şewatê gelek çalakiyên çandî betal kirin

ad

Heskîfî ji bo dixtoran meşiyan

ad

Namzetên me yên pir jîr hebûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • 06 12 2025
news

Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir

  • 05 12 2025
news

Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin

  • 05 12 2025
news

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

  • 05 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname