Diyarname
Hilbijartina li Tirkiyeyê 14'ê gulanê li dar dikeve. Erdhejê bandor li 11 bajaran kirin, bi deh hezaran kes mirin. Yên mayî jî her yek li cihek belav bûn. Niha ev mirov dê çawa beşdarî hilbijartinê bibin û dengên xwe bidin? Li ser vê yekê Miduriyeta Giştî ya Karên Hemwelatî û Nifûsê agahî belav kir. Li gor vê biryarê mexdûrên erdheja heta 17'ê adarê divê cihên xwe diyar bikin.
Li gor vê:
- Ger bar kiribin bajar an navçeyên din (yurt, odel, pansiyon, cihên demkî jî têde)
- Ger li heman bajêr û navçeyên li cihên din bi cih bûbûn wekî avahî, prefabrîk, yurt, konteyner, konbajêr û cihên din, di rewşên wisa de divê cihên xwe ragihînin.
Li gor midûriyetê heta 17'ê adarê saet 23.59 bi ser midûriyeta nifûsê yan jî bi ser e-Devlet û Nufusmatîkan re dikarin navên xwe qeyd bikin.
Piştî 18'ê mehê diyarkirina adrêsan bi ser lijneyên hilbijartinê yên navçeyan re tê kirin.