• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Rasthatina li Laçînê

Dîrok : 03 10 2020 | Beþ :

Serbest

Diyarname

Di destpêka 1990’an de li Welatên Sovyetan gelek tiþt serûbîno bû. Kurdan jî pareke ji wê girt lê pareke xirab. Di wan salan de, tam bi temamî sala 1992’yan Tosinê Reþîd ev nivîsa li jêr nivîsandiye. Bi ser re 28 sal derbas bûne. Û niha di dema ku þer di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de rûdaye de ku ew þer jî li ser axa kurdan a wê de rê ye, ev nivîs dîsa ket rojevê. Tosinê Reþîd ev nivîsa xwe ya 1992’yan carek din parve kir, em jî bêyî dest bidin tîpekê jî bi we re parve dikin.

Fermo:

***

Rasthatina li Laçînê

Tosinê REÞÎD

Stûna ji bêton, ku li ser bi tîpên mezin “Laçîn” nivîsar bû, avêtibûn. Lê dîsan jî çend kesan ew texmîn kir û di otobûsê de bû hêwirze: “Ev sînorê Kurdistanê ye!”

Xêlekê þûn de em peyayî gelîyê Zabûxê bûn, em ji binê gêlî bi rêya berware, çivane hilkiþîyane hafa gêlî. Paþê dîsan newal, gir, heta ji dûr ve Laçîn xuya bû.

Min berê tirê rasthatina min ê tevî Kurdistanê lap teherekî mayîn be. Niha di otobûsê de rûniþtî derva dinhêrim, lê tu tiþt bala min nakþîne.

Cîya, gelî, daristan, çem, kanî, zang; dibe ku hema ev e Kurdistan? Lê ez wê Kurdistanê texmîn nakim, li dor û berê xwe dinhêrim, hundurê xwe digerim, lê tiþtekî, wekî min bi vî welatî re, bi vê axê re bide girêdan, nabînim.

Ezî xemgînim, dudilîke xayîn dil û canê min dixiþivîne, tabetîyê nade min; “Dibe ku rojek bê û ez di dilê xwe de ew a mezin jî nebînim. Ne axir min tirê eva jî herdem di dilê min de ye. Dibe ku ew giþk tenê ser zarê me ye û roja xeder em ê ji wê jî vekþin? Ne axir ev jî Kurdistan e, ne axir di nav dil û canê me de cîhê vê Kurdistanê jî gerek hebûya”?

Ez di nav van mitalan de otobûsa me peyayî Laçînê dibe. Pêþîya me dîsan gelî ye, di binê gêlî re çemekî mezin dikþe. Xortê kêleka min rûniþtî, wekî nexþeya vê navçê ezberî zane, bi þa dibêje: “Eva jî çemê Hekarî”.

“Çemê Hekarî”! Ev herdu peyv nolî findê hizrê min ronahî dikin û ev welatê gavekê pêþ de ji bo min dûr û nenas, dibe welatê min, dibe miskenê min, dibe Kurdistana min. Her tiþt li ber çavên min tê guhastin. Niha ez li dor berê xwe dinihêrim û bi xwe jî nizanim çawan min berê texmîn ne dikir, wekî çîya û banî, gelî û zangên ha tenê li Kurdistanê dikarin hebin.

Hekarî! Gelo ew kî bûye, kîjan pêþî bûye, ku ew nav di dilê xwe de parastîye, xwedî kirîye, anîye, derxistye vira û danîye ser vî çemî? Gelo bi çi hesîn û hisretê wî ew nav li vî çemî kirîye, ku ew nav tu caran nayê ji bîra kirin, ku navê “Hekarî” wê heta-hetê ser zarê zar, nevî, nevîçirk, çirçirk û peyahatîyên wî, yên mayîn be. Gelo tirba wî camêrî li ku ye? Divêt gora wî bikine zîyaret, parêstgeh.

Otobûs li devê çêm radiweste. Ez peya dibim, diçime ser avê. Wek ku kivþ dibe, li çîya baran barîye, ava çêm þelû ye. Lê çi xem, tiþtê bûyînê ye, ku kudek ji xerîbîye bê devê çemê Dicle û ava Dicle tam neke, ser û çavên xwe bi ava Dicle neþo. Ku kurdek cara yekemîn here devê Ferat û ava wî tam neke, ser û çavên xwe bi ava wî neþo.

Ez ser avê de xwar dibim, bi ava çemê Hekarî ser û çavên xwe diþom, gulmek ava çemê Hekarî veduxum. Çend hogirên min jî otobûsê peya dibin, dest û çavên xwe bi ava çemê Hekarî can dikin. Piþtî demeke kurt em dîsan bi rê dikevin.

Eva jî Laçîn, Pîrecan a berê, serbajarê Kurdistana Sor!

Bajar seranser çîya û banî, gir û newal in. Tu cîhekî rast tune; giþk zang, kir, zinar û newal in. Lê xelkê bajêr ber û zinar þikênandine û li þûna wan ji xwe re xanî ava kirine. Berpalên çîya heta qotê wan, giþk xanî ne. Çîya û banîyê bajêr tev bi daristan xemilandî ne, bajar bi xwe di nav bax û baxçan de winda bûye. Ji her alîya xule-xula avan tê.

Lê Laçîn niha vala, sotî û wêran e!

Bi jimara sala 1926 an li vê deverê 42 hezar kurd hebûn, navça Kurdistanê, ya xwedmuxtarî hebû; bi dibistanên kurdî, bi pirtûk, radîyo û rojnama kurdî. Van çîya û banîya stran û awazên kurdî dibihîsin, ev kolan bi bile-bila zarokaye kurdî tijî bûn.

Lê bi darê zorê ziman dan ji bîra kirin, radîyo, dibistan, rojname bûn azarî, çîya û banîya tenê bi dizî ve, ji þivan û gavana stranên kurdî dibihîstin.

Û sal bi sal jimara kurda kêm kirin, heta bi jimara sala 1979 an kurd neman.

Kurd hebûn û kurd neman!

Ez niha ketime kolanên Laçînê û þopa kurdîtîyê digerim. Erê, min çemê Hekarî dît, min bawer kir ku ev Kurdistan e, lê paþê? Paþê ez ê Kurdistanê di nav çi de bibînim?

Li her dera; li ser xanîya, li ser derya, li ser nîþanên devê rê bi zimanekî nenas û ji min re xerîb nivîsandine, kovar û rojnamên ba ber dîwaran berev kirine, bi zimanekî ji min re nenas in. Ya rebî! Lê ka Laçîna kurdan? Ka Laçîna serbajarê Kurdistana Sor? Çawan bû, ku di nava çil, pêncî salî de seroketîya Azarbêcanê li Kurdistana Sor kurdîtî kokbir kir? Ew ne tiþtekî bûyîne ye. Dîroka kurd û Kurdistanê dide kivþe, wekî ew ne karekî usan hêsa ye.

Navbera Gorîs û Laçîn ê qereqol danîne. Nahêlin çek û sîlihan ji Qarabaxa Çîya bibin Ermenistanê. Em li qereqolê ne, jineke dor 60-65 salî, ku ermenîya Gorîsê ye, pêlavên xwe êxistine û ji bo bîn vedanê li kêleka me rûniþtîye. Kamîyoneke bi darê banê xanîya barkirî ji alîyê Laçînê tê û berê xwe dide Gorîsê. Jinka ermenî gava kamîyonê dibîne, bi keser ber xwe de dibêje: “Hûn erdê sar de herin, lê hûn þerm nakin malê kurdên me talan dikin”. Wisane, çiqwasî jî serokê Azarbêcanê kurdê Laçînê çawan azarî nîþan bikin, çiqwas jî hinek ji wan bêjin em azarî ne, dîsan jî ermenîyên cînar wan çawan kurd nas dikin.

Û niha ez li kolanên Laçîna wêran û sotî ketime û li kurdîtîya wê digerim. Eva jî xanîyê rojnama “Laçîn”. Çar sal berê berpirsîyarê rojnamê Husên mialim çay dabû ber min û bi zimanê rûsî dixwest min bide bawer kirin, weki li Azarbêcanê ser kurdan tu zordarî tune. Lê piþtî demeke kurt, li rêstoraneke ji bajêr der, piþtî vexwarina çend kas vodka hêstir ketine çavan û çend bend ji dîrokeke kurdî stran. Dîrok ya alê wan bû û min texmîn kir, wekî ew bi wan hêstira, bi wê dîroka melûl þîna kurdîtîya xwe, ya zimanþikestî dike.

Piþtî du salan ez ê Husên milaim dîsan bibînim, dema konfêransa kurdên Yekîtîya Sovyêt ê li Moskvayê. Ew ê dîsan rabe û bêje ku rewþa kurdan li Azarbêcanê baþ e, kurd û azarî nolî bira bi hev re dijîn. Lê ev êdî ne cîhê wan gotinan bû, xortên kurdan yên xwîngerm fîtandinê û nehîþtin gotina xwe temam bike. Êvarê li hotêlê Husên mialim wê dîsan bigrî, lê kesê wî aþt neke. Kî zane, dibe ku ew hêstir dil û canê wî paqij bikin, hisên kurdîyatîyê bal wî bi hêz bikin.

Qumandarê desta fîdayên ermenîya, ku gundê wan ser sînorê Laçînê ye, ji me re dibêje: “Em kî li bajêr hêsîr digrin, giþk dibêjin em kurd in. Ew zanin ku em kurda ji xwe re dijmin hesab nakin. Bav û kalên me bi sedsalan bi kurdan re cînartî, dostanî kirine. Rast e, ev çar salin em di nava þêrde ne, lê heta çend mehên paþin jî çûyîn, hatina gundîyê me û kurdên Keþîþkendê hebû”.

Ev çi zilm e, mervê kurd nav van çîyan de ji dayka xwe bûye, nav van çîyan de mezin bûye cawan dikaribû ewqas zû biþkê, ewqas zû zimanê xwe, kurdîtîya xwe winda bike? Ne axir heta sala 1926 an li seranser navça Laçînê tenê 108 mirov ji wî netewyî bûn. Ew netewê ku navê xwe jî rast nizane. Heta sala 1920 î teterê Kavkazê bûn, paþê bûne tirk, dû re azêrbacanî, azarî û niha jî dîsan dixwezin bibin tirk.

Û ez ketime Laçîna wêran, mîrata kurdan û li kurdîtîye digerim. Ez tiþtekî usan digerim, wekî vê axê bike Kurdistina, vî bajarî bike serbajarê Kurdistana Sor.

Li çend cîhan misînê avê ber çavên min dikevin. Tê bîra min, wekî êtnograf T. Arîstova di pirtûka xwe ya “Kurdên Piþkavkazê” de wêneyên van misînan daye û nivîsîye, ku ev derdanê kurdên Laçînê ne… Lê gelo ev misîn tenê di malên kurdan de hebûne?

Dengê xortekî ji desta me min ji nav wan mitalan derdixe: “Apo, hela were, me maleke kurdan dîtîye”.

Mala kurda wê bi çi bê xanê? Bi emenî û xalîyên kurdî? Eger xwedîyê wan dema revê hiþtibin jî, niha ermenîya talan kirine. Bi kincên kurdî? Ew jî dûrî aqilan e. Çiqwas ez zanim, li vî bajarî kesî kincê kurdî li xwe ne dikirin.

Ez berbi wê malê diçim. Agir berdane malê, lê giþk neþewitîye.

Piþtî ermenîya Laçîn hildane, agir berî xanîya giþkan dane; bi bawarîya wan, xanîyên sotî wê vegera xwedîyên wan dijwartir bikira.

Mal serobinî hev kirine, çi tiþtên bi nirx birine, herçî mayîn jî vir de, wê de avêtine. Û nav tiþtên avêtî de pirtûk pirin. Pirtûkên bi azarî, rûsî, înglîsî…û bi kurdî.

Em ketine nav pirtûkan û yên kurdî dijbêrin. Em li Laçînê usan pirtûkên kurdî dinhêrin, çawan mirov xerîbekî xweyî çend salan winda kirî bibîne.

Pirtûkên bi zimanê kurdî, pirtûkên di der heqê kurdan de pirin. Çawan tê xuyayê xwedîyê malê mirovekî kurdperwar, pêþewitîyê çanda kurdî bûye. Li kuncekî malê rojnama “Rîya Teze” sal bi sal cihê, bi hev ve dirûtî danîne. Belê li vê malê qedrê qelema kurdî zanibûne, li vê malê serê xwe ber zilm û zorê xwar ne kirine, neþikestine. Em di nav pirtûkan de rastî çend naman tên. Nameyên Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, nameyên ji berpirsîyarîya “Rîya Teze”. Nav wan naman de reþê çend erza ku derd û kulên bi wan gîhandine hukumatê. Ji wan erza yek ya rûniþtvanê gundê Lênînkendê ser navê serokê Sovêta Tewre Bilind, ya YKSS N. Podgornî û serokê Sovêta Tewre Bilind ya Komara Azarbêcanê Xalîlov þandine. 43 rûniþtvanên wî gundî erze qol kirine. Ez dixwezim wê erzê bi tam li vir bînim.

“Bi nivîsandina vê erzê em dixwezin hûn hay jê hebin, wekî em kurd in, dê û bavên me kurd bûne, kalik û pîrkên me kurd bûne. Li gundê me Lênînkendê (Keþîþkenda berê) hetanî sala 1937 an dibistana bi zimanê kurdî hebû, zarokên me heta hingê bi zimanê xwe, yê dê, bi zimanê kurdî dixwendin. Lê dû re bi sebebên ji me ve ne dîyar ew dibistan hatin girtin. Hema wê salê jî gundîyên me, ku giþk kurd in, azarbêcanî hatin nivîsar.

Dema serjimara rûniþtvanan, sala 1969 an, gundîyên me giþkan, dor du hezar kesî xwe kurd nivîsîn, lê dîsan jî hukumatê ew çawan azarî nîþan dan. Lê niha, gava pasporta diguhêzin, gundîyê me dixwezin, wekî di pasportên wan de ne ku azarbêcanî, lê kurd bê nivîsar. Me gelek caran serî li dayîrên anegor xistîye û me tika kirîye, wekî di pasportên me de, di mêtrîkên zarên me de kurd bê nivîsar. Ew jî herdem ji me re dibêjin, ku di dest wan de tu bingeh tune, wekî me kurd binvîsin.

Bi malûmatîyên di dest me de hene, li komarên Asîya Navîn, li Gurcistanê û Ermenistanê jî kurd hene û wan çawan kurd nas dikin, di pasportên wan de kurd dinvîsin. Lê ji bo çi kurdên li komara Azarbêcanê dijîn, çawan azarbêcanî dinvîsin? Me bi vê pirsê çend caran serî li Sovêta Tewre Bilind, ya komara Azarbêcanê, wezareta karê hundur, wezareta edaletê xistîye, lê tu bersiveke mak kirî nedane destê me.

Ji ber vê em niha berbirî birayê xwe, yê mezin dibin û tika alîkarîyê ji wan dikin. Em bawerin ku hûnê alîkarîya anegor bidine me”.

Na, kurdên Kurdistana Sor þikestî ne bûne, neþikestine û wê neþkên! Dengê xwîna wan tu caran nehatîye ker kirin û wî dengî nehîþtîye ew bi nêynim-nêynima biratîya gelaye derew bi xew re herin. Biratî û dostanîya netewan tenê dikare di þertên wekhevîyê de pêk bê, gava mafên netewa wek hevin. Lê gava yek nehêle zarokên te bi zimanê xwe, yê dê bixwînin û bipeyivin, kurdîtîya te nana dike, bi zor te tirk û azarî dinvîse, gava nahêle tu serbest çanda xwe bi pêþ ve bibî, ew ne birê te, lê dijmînê te ye.

Û bila îro hinek hezar tûtika nekine devê xwe û pesn û methê wê biratîyê nedin. Em ji wan û biratîya wan bawer nakin.

1992


Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di "dîwana þermê"...

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Ev jî hene

Hatina Barzanî ya Enqereyê tê çi wateyê?

Hatina Barzanî ya Enqereyê tê çi wateyê?

25 08 2016

Nivîskarên kurd ji bo Ferhad Pîrbal ê hatiye girtin nivîsîn

Nivîskarên kurd ji bo Ferhad Pîrbal ê hatiye girtin nivîsîn

01 05 2018

Kurd çi dixwazin? Vaye bersiv

Kurd çi dixwazin? Vaye bersiv

04 07 2012

Fazil Say nameyeke ji Baykal re þand: Me dengê xwe neda te!

Fazil Say nameyeke ji Baykal re þand: Me dengê xwe neda te!

02 04 2009

QULING Û ÞIMÞAL*

QULING Û ÞIMÞAL*

13 12 2009

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

HÎÇ, MATEMATÎK Û HELBEST

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname