Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di mîtînga aştiyê ya Wanê de de axivî û got: "Her tiştî ji bo hilbijartinê dikin. Em bizanin em nekevin meclisê dê aştî bê em nakevin hibijartinê jî."
Vaye ji axaftina Demîrtaş çend not:
- Di dema kampanyaya hilbijartinê de Zagona Bingehîn bin pêkirin, derfetên dewletê li hemberî me bikar anîn. Bi hemû êrîşan xwestin partiya me bêbawerî nîşan bidin. Li 176 cihan êrîşê avahiyên me kirin, avahiyên me dan ber bombeyan, li Amedê ketin nav hewldana komkujiyek. Me got emê neyên van provakasyonan û me peyamên biratiyê dan. Ji yên ku dibêjin 'HDP şer dixwaze, agirê şer gur dike' re ez dibêjin, li mîtîngê tirmên parçebûyî yên hevalên min li pêş çavên min ji nav mîtîngê rakirin birin, min dilê xwe girt û peyama biratiyê pêşkêş kir. Heman dîmen bi ser we de bê hûnê welat bixin nava şer.
- Ji ber ku em dirust tevgeriyan bi ser me de hêrs dibin. Dixwestin em birêz Ocalanî bixapînin. Ji ber ku em dirust tevgeriyan wisa hêrs bûne.
- Ji bo me ha polîs, ha leşker, ha gerîla ferq nake. Dayik ditirsin. Dayikên eskeran, polîsan di tirsê de ne, çi heqê we heye hûn êşê bi wan bidin kişandin
- Em aştiyê dixwazin, em li dû kursiyên xwe naçin. Vaye wezîrê wan bi mîlyon dolaran yali standiye, pêdiviya wan pê heye, pêdiviya me bi tiştên wisa nîn e, bi kursiyan nîn e, pêdiviya me bi aştiyê heye.
- Ji ber hinan mafê xwe xwest li Sûrî bi ser gel de bombe barîn, niha li her derê bombe dibarin. Şerê navxweyî heye. Dibêjin qey bi bombeyan dê çareser bibe.
- Gere di cih de çek bêne rawestandin, muzakereyên li Îmraliyê bidomin. Em muhatab in li meclisê. Ji bo careke din şer çênebe em dikarin 15 rojan de Zagona Bingehîn çêbikin tenê bila her kes aştiyê bixwaze, li vî welatî her kes li cihê xwe rabe bibêje em şer naxwazin, em bi we şer nadin kirin dê cih de aştî bê.
- Îro Wanê rola xwe aniye cih. Sibê înşela dê Stenbol deng bide. Wanê silavên xwe şandin. Ger biratiya Wan û Stenbolê çêbe wê çaxê emê bi wan şer nedin kirin.
- Em çiqas di aştiyê de israrker bin ew qas kes dê hindik însan bimirin. Em sibê aştiyê saz bikin sibê kesên bimirin dê nemirin. Emê nîşanî hemû dinyayê bidin ev şer tiştek nade me, emê bajar bi bajar bigerin vê vebêjin. Çend rojên pêşiya me gelek bi qîmet in. Ger ji her derê Tirkiyeyê deng bilind bibe wê çaxê dê êdî şer çênebe.
- Derdê me ne hilbijartin e, AKP zarokan bide kuştin di şer de, dê rojek gel cezayê bide wê. Lê derdê me de hilbijartin e, derdê me aştî ye, em îro aştiyê dixwazin.
- Dê dehg bidin we, heqaretê bikin, komkujiyê bikin, li hemberî wan hûn dê serê xwe xwar nekin, hûn dê aştiyê bixwazin, em dê bi wan şer nedin kirin û înşela di hilbijartina pêşwext de emê ji van xilas bibin.


