MINBIC
Li bajarê Minbicê ku piranî ereb lê dijîn, dibistana zimanê kurdî hate vekirin. Li dibistana ku demek berî niha ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hatiye vekirin, 120 şagirtên kurd û ereb perwerdehiyê dibînin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li rojavayê Kurdistanê wekî wezareta perwerdeyê kar dike û heta niha bi dehan dibistan vekirine û bi sedan mamoste gihandine, li bajarên ereban jî xebatên ziman dimeşîne. SZK’ê di çarçoveya van xebatên xwe de li bajarê Minbicê ku dikeve navbera bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê û Helebê, dibistana zimanê kurdî vekir.
Dibistana ku demek berî niha hatiye vekirin, ji aliyê welatiyên kurd û ereb ve eleqeyek mezin dibîne.
Li dibistana ku bi navê “Şehîd Ferhad” hatiye vekirin, niha 120 şagirt dersên zimanê kurdî dibînin. Di nava şagirtan de welatiyên ereb jî hene.
Ji bilî dibistana zimanê kurdî li dibistana fermî ya gundê Balî ya girêdayî Minbicê jî dersên zimanê kurdî têne dayîn.
Ji mamosteyên ziman ê SZK’ê Fadil Muslim, diyar kir ku welatî gelek eleqeyê nîşanî ziman didin û hejmara şagirtan jî her roj zêdetir dibe.
ANF
***
REKLAM
Hejmara nû ya kovara Dîwar li benda we ye!
Ji bo abonetî û pirsên din:
Ji bo nûçeya li ser kovarê jî wêneyê kovarê bitikînin.



