logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
  2. Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat
  3. Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike
  4. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  5. Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû
news-details

Bi pirs û bersivan hilbijartina îsal

  • Dîrok: 13/03/2023
  • Beş: 2023 Hilbijartin

Diyarname

Li ser hilbijartina Serokomarî û Mebûsiyê ya 2023'yan mirov dikare çend pirsar bike? Bersiv çend pirs lazim bin, ew qas. Me jî wisa kir. Pirsên divê me deristin û ji bo zelalkirina meseleyê bersev danîn ber. Kerem bikin:

1- Di rewşa normal de gere hilbijartin kengê ba?

18'ê pûşpera 2023'yan. Lê bi pêş ve kişandin. Bi gotineke din, ev hilbijartina pêşwext e. 

2- Li gor kîjan zagonê hilbijartin bi pêş ve girtin?

Li gor xala 116'an a Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ev xal bikar anî.

3-Piştî biryarî divê çend rojan de hilbijartin çêbe?

60 roj dem heye. Û YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) ev pêvajo da dest pê kirin. Li gor vê 14'ê gulana 2023'yan hilbijartin li dar dikeve.

DORA YEKEM Û DUYEM

4- Serokomar çawa tê hilbijartin?

Berendamê/a ku serî 51 bigire dibe serokomar. Ger tu berendam nikaribe sedî 51 bigire, her du berendamên herî zêde deng girtine beşdarî hilbijartina Dora 2'yan dibin.

5- Dora 2'yan kengê ye?

Piştî hilbijartinê bi 2 hefteyan paşê ye. Ger 14'ê gulanê de tu berendam ji bo serokomarî bi ser nekeve dê roja 28'ê gulana 2023'yan Dora 2'yan li dar bikeve.

HEJMARA MEBÛSAN Û HILBIJÊRAN

6- Li Tirkiyeyê çend hilbijêr hene?

Bajarên kurdan jî têde li Tirkiyeyê nêzî 9 mîlyonî hilbijêr hene.

7- Çend mebûs hene?

Bi temamî 600 mebûs hene. Ji bo partiyek li meclisê komek ava bike divê 20 mebûsan bi dest bixe.

8- Çend bajarên mezin hene?

Bi temamî 30 bajarên mezin hene. Ev in bajarên mezin:  Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Erzerom, Mereş, Entab, Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denîzlî,  Eskişehir, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kayseri, Kocaeli, Konya, Meletî, Manisa, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Samsun, Tekîrdag, Trabzon.

9- Herî zêde li kîjan bajarî mebûb hene?

Stenbol bi 98 mebûsan di rêza yekemîn de ye. Dûre Enqere bi 36, Îzmîr bi 28'an tê.

BAJARÊN KURDAN

10- Li bajarên kurdan herî zêde li kîjan bajarî mebûs hene?

Ji bajarên kurdan Riha û Entab bi 14 mebûsan tên. Dûre Amed tê ku 12 mebûsên wê hene. Mereş û Wan bi 8 mebûsan di rêzê de ne.

11- Li her sindoqê çend hilbijêr hene?

Li bajar û navçeyan li her sindoqê di navbera 360 - 380 kesî de heye. Li gundan ger hejmara hilbijêran bi ser 400'î be dê li du sindoqan bê belavkirin, lê kêmî 400'î de dê sindoqek tenê be.

12- Benda hilbijartinê dê sedî çend be?

Salek berê zagon hat guhartin û bend ji sedî 10 daxistin sedî 7'an. Di vê helbijartinê de dê bi sedî 7 bend hebe.

ÇEND PARTÎ HENE?
13- Bi awayekî fermî çend partî dikarin beşdarî hilbijartinê bibin?

Li Tirkiyeyê 119 partiyên siyasî hene. YSK'ê eşkere kir ku 36 partiyan mafê beşdariya hilbijartinê bi dest xistine. Ji bo her partiyek beşdarî hilbijartinê bibe divê li 41 bajaran rêxistinên xwe ava kiribin.

14- Ji bo serokomarî serîlêdan kengê dest pê dike û diqede?

21'ê adarê serîlêdan ji bo berendamtiya serokomarî dest pê dike û hefteya yekem a avrêlê de bi dawî dibe

ROJA DAWÎ YA LÎSTEYAN
15- Roja dawî ya lîsteya mebûsan kengê tê teslîmkirin?

Partiyên siyasî divê 8'ê avrêlê lîsteyên xwe yên berendamtiya mebûsiyê teslîmê YSK'ê bikin.

PARTÎ ÇAWA MEBÛSAN BI DEST DIXIN?

14- Partî dikarin çawa mebûsan derxin?

Li gor zagona nû partiyek yan divê sedî 7 dengan bigire, yan jî di nav îtîfaqek de be. Ger bi serê xwe be sedî 7 kêmtir bigire tu mebûsî dernaxe. Lê di nav îtîfaqê de be û îtîfaq sedî 7 dengan bigire temam e. Wê çaxê hemû partiyên nav îtîfaqê bendê derbas dikin.

PARTIYÊN NAV ÎTÎFAQAN

15- Partiyên di nav îtîfaqê de dikarin çaqa mebûsan bi dest bixin?

Partiyên di nav îtîfaqê de li bajarek sedî 7 zêdetir dengan bi dest bixe dikare mebûsan derxe. Mînak Partiya A li Batmanê di nav îtîfaqek de sedî 7 dengan bigire, li gor rewşa partiyên din dikare mebûsek/an bi dest bişe. Lê li vî bajarî sedî 6 dengan bigire qet mebûsî dernaxe.

16- Hejmara mebûsên îtîfaqê çawa tê hesibandin?

Li gor hejmara giştî ya îtîfaqê bi dest xistiye tê hesibandin û ew li gor dengên partiyên nav îtîfaqê girtine tê hesibandin.

BAJARÊN ERDHEJÊ

17- Bajarên rastî erdhejê hatine dê çawa bikin?

Li van bajaran dê sindoq bê danîn. Taxek bi temamî çûbe, sindoqên wê taxê dê li taxek din bêne danîn.

18- Kesên bar kirine bajarên din dê çawa bin?

Ji mexdûrên erdhejê yên ji bajarên xwe bar kiribin bajarek din divê heta 17'ê adarê li Wê derê xwe qeyd bikin. Mînak ji Semsûrê hin çûbin Enqereyê, li Enqereyê navê xwe qeyd nekin dê nikaribin li Enqereyê deng bidin, roja hilbijartinê divê vegerin cihê xwe. Yan na dengê wan vala diçe.

HILBIJÊRÊN DERVEYÎ TIRKIYEYÊ

19- Li derveyî Tirkiyeyê dengdan çawa dibe?

Li derveyî Tirkiyeyê li nûneriyên Tirkiyeyê dengdan çêdibe. Li hin cihan 3 rojan hemwelatî dikarin herin deng bidin, li hin cihan hefteyek dem heye.

ÎSTÎFAYA MEMÛRAN

20- Memûrên dewletê dikarin bibin berendamê mebûsî?

Erê dikarin, lê ji bo vê yekê divê îstîfa bikin. Ji bo wan roja dawî 16'ê adarê roja pêncşemê saet 17.00 e. 

21- Dengdan saet çendan de dest pê dike û bi dawî dibe?

Saet 08.00'an de dengdan dest pê dike û saet 17.00'an de bi dawî dibe.

22- Qedexeyên eşkere kirina encamê heta kengê ye?

Roja hilbijartinê heta saet 21.00'an kes nikare encaman eşkere bike, çapemenî nikare weşanek wisa bike. Lê YSK dikare vê saetê ber bi pêş ve bikişîne.

23- Niha kî berendam e?

Bi awayekî fermî "Millet Îtîfaki" Kemal Kiliçdaroglu nîşan daye. "Cumhur Îtîfaki" dibêje berendamê me Recep Tayyip Erdogan e lê bi awayê fermî hê eşkere nekirine. Îtîfaq û partiyên din jî hê berendamên xwe eşkere nekirine.

24- Dema serokomar û mebûsan çend sal e?

5 sal e. Ger hilbijartineke pêşwexet çênebe, piştî 5 salan hilbijartina ji bo van herduyan dibe.

25- Piştî vê, hilbijartina herî nêz kîjan e?

Hilbijartina herêmî ye. Di adara 2024'an de ji bo şaredarî, endamên meclisên şaredariyê û moxtaran hilbijartin li dar dikeve.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
2023 Hilbijartin - Nivîsên Dawî
news
  • 01 06 2023

Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir

news
  • 30 05 2023

'Em ê encamanê bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin'

news
  • 30 05 2023

Kursiyên li meclisê bi vî rengî çêbûn

news
  • 28 05 2023

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

news
  • 28 05 2023

Erdogan: Niha li pêşiya me hilbijartina 2024'an heye

news
  • 25 05 2023

HDP û Yeşîl Sol Partî rengê dengên xwe eşkere kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Xelatên Apê Mûsa dest pê kir

ad

Bahoz li BEKSAV'ê ye

ad

Çîroka 'Yekkirina Pêşmergeyan' kengê dest pê kir?

ad

Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin

ad

Li Îranê lêkolîneke balkêş

ad

'Îtîfaqa Ata' parçe bû, her yek bi aliyek ve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

  • 21 10 2026
news

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

  • 21 10 2026
news

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

  • 21 10 2026
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname