logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket
  2. ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn
  5. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
news-details

TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir

  • Dîrok: 13/03/2023
  • Beş: Serbest

Kadri Esen*

Tirkiye, di 10’ê adarê de bi eşkerekirina Serokomar Erdogan re ket pêvajoya hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên sala 2023’yan. Di vê pêvajoya hilbijartinan de jî red û înkara zimanê kurdî ranaweste. Wekî rojnameya Xwebûnê hefteya borî bi du awayan em bi vê red û înkarê re rû bi rû man. Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser van her du awayên red û înkara kurdî rawestim û rastiya desthilata AKP-MHP’ê û dewletê ya li dijî kurdî raxim ber çavan.

Destpêkê dixwazim qala red û înkara kurdî ya Saziya Statîskan a Tirkiyeyê (TUÎK) ya li dijî zimanê weşanê yê rojnameya me bikim. Piştre jî der barê bêtemûliya polîsên  tirk a li dijî rojnameya me de agahiyekê bi we re parve bikim. Di nav hefteyê de ji TUÎK’ê li min geriyan û xwestin ku bersiv bidim formeke wan a pirsan a der barê rojnameya Xwebûnê de. Rayedara ku bi min re axivî, li ser pirsa min “bersivdana van pirsan mecbûrî ye?” ev bersiv da min: “Belê mecbûrî ye, divê hûn bersiv bidin.”

Forma înkara kurdî

Piştre ji bo ku pirsên “Forma Pirsan a Rojname û Kovaran a Statîstîkên Çapameniya Nivîskî -2022” a TUÎK’ê bibersivînim şîfreyek bi min re parve kirin û ji bo alîkariyê nimreya karmendekî TÛÎK’a Amedê dan min. Li ser vê yekê ketim malpera TÛÎK’ê û bi alîkariya karmendê ku nimreya wî dabûn min pirsên ji min hatin kirin bersivand. Piştî çend pirsên destpêkê di nîveke formê de bi pirsên înkara kurdî re rû bi rû mam.

Pirsên înkarê der barê zimanê me yê weşanê de bûn (Hûn bi kîjan zimanî weşanê dikin?). Ji bo bersivandina pirsan jî ev her sê vebijêrk (1.tirkî 2.zimanê biyanî 3.tirkî ango zimanê biyanî) danîn pêşiya min. Dema ku ez bi van pirsan re rû bi rû mam li dij derketim û min nexwest bersivê bidim pirsan. Li ser vê yekê ez û karmendê ku bi min re dibû alîkar bi hev ketin. Min jê re got, ‘hûn daneyên der barê rojnameyeke kurdî de berhev dikin lê cih nadin zimanê wê, ev çawa çêdibe?’. Li ser vê berteka min karmend ez bi siyasetê “sûcdar” kirim û ev tişt got: “Ezbenî ji kerema xwe re siyasetê tev li daneyan neke. Ev pirs ne ji hêla me ve ji hêla Enqereyê ve tên amadekirin û tiştekî ku ez bikim tune ye.”

Kurdî ne zimanê biyanî ye

Min bertek nîşanî bersiva wî da û jê re got: “Çi eleqeya berteka min bi siyasetê re heye. Ez li Kurdistanê bi zimanê xwe weşanê dikim û hûn zimanê min ê weşanê înkar dikin, tune dihesibînin û dixwazin ku di ser de jî bersiva pirsên we bidim. Dema ku hûn vê formê bi TRT Kurdiyê re dadigirin heman pirsan ji wan jî dikin?” Li ser van bertekan, karmendê TUÎK’ê ez aresteyî vebijêrka 2. zimanê biyanî kir. Ji bo bidawîkirina formê ji neçarî min jî ev vebijêrk qebûl kir û ji karmend re got ku ez ê vê înkara wan binivisînim. Dema ku min ev tişt jê re got zora karmend çû û got, ‘Hûn van gilî û gazinên xwe nikarin li min bikin. Tiştekî di destê min de tune ye, bi salan e forma me bi vî awayî ye. Kesî mîna te îtîraz nekiriye.”

Belê TUÎK’a ku qaşo bi daneyan re mijûl dibe, bi pirsên xwe li Kurdistanê zimanê kurdî înkar dike û tune dihesibîne. Ez bawer im li tu devera dinyayê sosreteke bi vî rengî tune ye. Dibe ku TUÎK van daneyan radestî hikumetê bike û hikumet jî bi van daneyên ku bi înkara kurdî hatine berhevkirin di hilbijartinan de bi kar bîne. Belê hikumet dikare bi van daneyên înkara kurdî ji kurdan dengan bixwaze. Lê divê bê zanîn ku dewlet û hikumet hê jî zimanê kurdî înkar dikin.

Dîsa Xwebûn asteng kirin

Ji bilî vê înkara TUÎK’ê di nav hefteyê de rojnameya Xwebûnê careke din ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Wekî tê zanîn rojnameya Xwebûn li Amedê tê çapkirin û ji vir belavî bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe. Berî niha di mehên îlon/rezber û mijdarê/sermawezê yên sala 2022’yan de  şandina rojnameya Xwebûnê ya bajarên din çend caran hatibû astengkirin. Piştî çend mehan di nav hefteyê de polîsan careke din şandina rojnameya Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.

Li otogara Amedê polîs çûn fîrmaya otobusan a ku wê hejmara 168’emîn a rojnameya Xwebûnê bibira Stenbolê û ew asteng kir. Polîsan, gef li rayedarên fîrmayê xwarine û ji wan xwestine ku rojnameya Xwebûn bi xwe re nebin Stenbolê. Li ser vê yekê em bi parêzerên xwe Resûl Teymûr re ketin têkiliyê û me jê xwest ku sedema hiqûqî ya astengkirina rojnameya me hîn bibe. Piştî ku parêzerê me bi dozgeran re têkilî danî em hîn bûn ku tu biryareke hiqûqî ya ji bo astengkirina rojnameya me tune ye.

Kurdî şax vedaye

Polîsên tirk hinek ji TUÎK’ê cudatir zimanê kurdî red û înkar dikin. Belê polisên tirk, li Amedê bi awayekî kêfî rojnameyeke ku bi kurdî weşanê dike û belavî bajaran dibe asteng dikin. Ev astengkirin acizî û bêtemûliya ji zimanê kurdî ye. Di heman demê de ev astengkirina wan sûc e. Polîs bi astgengkirina rojnameya Xwebûnê sûcê dikin û kîna xwe ya li dijî kurdan û zimanê wan radixin ber çavan.

Em vî sûcê li dijî ziman û rojnameya xwe qebûl nakin û emê der barê polisên ku li otogara Amedê bêrêziyê li ziman û rojnameya me dikin de gilî bikin. Divê bê zanîn ku êdî zimanê kurdî ne bi astengkirina polîsan ne jî bi redkirina saziyên mîna TUÎK’ê dikare bê tunekirin. Lewre êdî kurdî li Kurdistanê şax vedaye û her roj bi saziyên mîna rojnameya Xwebûnê ev şax tên avdan.

*Ji Xwebûnê hatiye girtin. Kadri Esen rojnameger e û Xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê ye.


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Du pêşbazî li benda berheman in

ad

'Kuru Otlar Ustune' û yên din

ad

10 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin binçavkirin

ad

'Li dinyayê kesên herî hêzdar'

ad

Maçey Barselona-Wolfsburgî de rekor hame şikitişî

ad

Bernameya Festîvala Mûnzûrê eşkere bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

  • 15 04 2026
news

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • 15 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname