Diyarname
Serokê Bayora Amedê yê Berê yê hat kuÅŸtin Tahir Elçî dawiya vê mehê bi bernameyek tê bibîranîn. Bernameya ku ji aliyê Baroya Amedê û Weqfa Tahir Elçî ve tê organîzekirin 3 rojan dê bidome.
Barnameya bîranînê 28'ê mehê saet 10.15'an de li ber Edliyeya Amedê dest pê dike. Ji vir heta ber Minareya Çarling a Amedê ku Elçî li wir hatibû kuÅŸtin dê meÅŸek li der bikeve. Saet 10.53'yê de li ber Minareya Çarling dê daxuyanî bê xwendin û saet 13'yan de jî dê herin ser gora Elçî.
Bername dê roja 29 û 30'ê mehê jî bidome. 29'ê saet 13.30 li ber Edlileya Amedê dê nobeta edaletê bê girtin û saet 15'an de li Xana Hesen PaÅŸa pêÅŸangeha fotoyan vebe. Her wiha heman rojê set 17'an de jî li Sînemaya Bajêr a li Gelerîaya Diyar fîlmê "GorulmuÅŸtur" bê nîÅŸandayîn.
Li gor bernameyê 30'ê mehê jî dê bi sernavê "Tevgera Gel a Kurd û Parêzer Tahir Elçi" panelek li dar bikeve. Panela ku moderatoriya wê dê parêzer Cihan Aydir bike, Orhan Gazi Ertekin, Ali Duran Topuz û NeÅŸet Giresun dê biaxivin. Panel saet 10'an de li Salona Konferansê ya Parêzer Tahir Elçî a Baroya Amedê li dar bikeve.