Evdilxaliqê ÎSA
Kawa Nemir, bi navê “Sercem Soneyên William Shakespeare” soneyên Shakespeare tev ji îngilîzî wergerand û diyarî zimanê me kir. Ez dibêjim “kir” lê bi qasî em ji pêşgotinê fêm dikin ev werger ne nû ye. Di sala 2010’a’n de ev berhem, bi navê “Hemû Soneyên William Shakespeare” ji Weşanên Lîsê çap bûye. Piştî yanzdeh salan îsal Weşanên Avesta bi çapek balkêş û delal keda Nemir cara diduyan derxist holê.
Ez wisa difikirim werger jî bi wêjeyê re afiriye. Em li kîjan dewr û deverê, li çand û edebiyata kîjan gelî binihêrin em ê li cem wêjeya wan kêm hindik wergerê jî bibînin. Lê bi rastî di wêjeya nûjen de werger babeteke girîng e. Ez dikarim bibêjim îro werger, di fêmkirina zimanên din de him me dike şirîkê wî gelî û him jî nivîskarên kurdî nizanin wekî kurdekî dide axaftin. Divê em gelê kurd sipasdar bin ji bo Kawa Nemir ku William Shakespeare ê îngilîz ji gorê derxist û bi kurdî daye axaftin.
Nemir ji âlî teşeya soneyê ve jî serkeftî ye: Di hemû soneyan de her riste li ser çardeh kîteyan saz kiriye û bi vî rengî kêşek bi dest xistiye. Sone bi xwe teşeyeke îtalî ye. Di eslê xwe de her du çarînên ewil ji âlî hevdengê wekî hev û du ne û xwe li hev dipêçîn. Yanê pergala hevdeng a her du çarînên ewil bi vîrengî ye: abba / abba. Lê soneya îngilîzî ne bi vî rengî ye û Shakespeare pergala xwe bi çi awayî danî be Kawa Nemir jî wekî wergêrekî şareza ew bi kar aniye.
Ji ber ku ez îngilîzî nizanim ez ê nikarim bibêjim Kawa Nemir ji alî naverokê ve serkeftî bûye an nebûye. Lê ez dikarim bibêjim kurdiya wî di vê wergerê de wekî nivîsên wî yên din ne mirî ye. Di vê berhema xwe de (ji bo ez werger an malê wergêr dibînim ez dibêjim berhema Kawa Nemir) gorî berhemên xwe yên din zimanekî zelaltir û zindîtir şixulandiye.
Lê anîn, bêtir di wergera roman û şanoyan de tê bijartin. Hinek wergêr di helbestan de jî xwe didin ser rêya lê anînê lê ne pir e û pir nayê bijartin jî. Bi rastî wekî xwendevanekî ez, dema helbestên biyanî dixwînim dixwazim çanda wî gelî jî di nava wê helbestê de bibînim. Lewre helbest di nava cureyên wêjeyê de ya herî bêtir neteweyî ye. Ji ber vê sedemê divê lê anîn di helbestan de tenê ji biwêj, gotinên pêşiyan û hinek bêjeyên taybet pêk bên. Lê Kawa Nemir di hinek cîhan de wekî wergêrekî amator çend lê anîn danîne.
Mînak rista “Grant, ifthouwilt, thou art beloved of many” bi vî rengî wergerandiye: “Tê bidî bide, te pirr kirin Mela û Feqî” û nîşe daniye ku mabesta wî Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran e.[bnrSercemSoneyên William Shakespeare, Avesta, Stembol: 2021, rp 87.]
Rista “Stirr’dby a paintedbeautyto his verse” jî bi vî rengî wergerandiye: “Hesarî l’ ber filîkayê digirin pênûsê” û nîşe daniye ku mebesta wî ji Hesarî Cegerxwîn e, ji filîkayê jî peyvek ji helbesteke Cegerxwîn e.[bnrbnb, rp 109.]
Ev riste û lê anîna wê jî ji Soneya 32'yan e: “Andthoughthey be outstriptbyeverypen” “Ew çendî bimînin jî li paş qelema Xanî”[bnrbnb, rp 131.]
Mînakek dawî: “But mutualrender, only me forthee” “Bo te hew ez, wekî Cegerxwîn, bazaragul û dil”[bnrbnb, rp 317.]
Bi rastî di van her çar mînakan de ev lê anîn ji giraniyê dûr in û kenewer in. Ev lê anînanan bêhna ecemîtiyê ji vê xebata giranbuha anîne. Xwezî Kawa Nemir keda ji bo rîayetakêş, hevdeng û teşeyan rijandî ji bo naverokê jî birijinda. Lê bi van çend kêmasiyên xwe jî dîsa ev xebat ji bo kurdî girîng û bêhempa ye. Divê ez vê lê anîna serkeftî jî li jêrê deynim û gotinên xwe yên derbarê SercemSoneyên William Shakespeare de biqedînim:
Ji bo rista “Roseshavethorns, andsilverfountainsmud” lê anîna “Gulbinûkênxaran in, bi herrî kaniyên şîr”[bnrbnb, rp 137.]gelek serkeftî ye. Em ji nîşeya wergêr fêm dikin ku “Gulbinûkênxaran” risteyek ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Ji alî wateyê ve jî pir li hev û du hatiye.
Bawer im ji sernivîsê jî tê fêmkirin, ez dixwazim ji bo Kawa Nemir, nemaze ji bo çalakiyek wî çend gotinan bibêjim. Di du heb lê anînên xwe de ji lê anînên li jor me rêz kirin ji bo Cegerxwîn hinek tişt gotine. Ez nikarim ji van re bibêjim rexne ne. Lewre ev gotin ne rexne ne. Lew rexnebûna jî nîşeya wergerekî wê ne cihê wê bûya. Ji xwe Kawa Nemir jî, hin nivîskarên din jî berê hinek rexne ji bo Cegerxwîn anîne. Van rexneyan hinek jê rast in hinek jî şaş in. Ji ber ku wezîfa min ne parastina Cegerxwîn an şairekî dinê ye min heta aniha tu tiştek di derbarê van rexneyan de negotiye ne jî nivîsandiye.
Çima ez îro radibim û ji bo van gotinên Kawa Nemir vê pexşanê dinivîsim? Ji ber ku ev gotin ne rexne ne û nîşeya wergerekî jî ne cihê van gotinan e, min xwest ez li ser vî karê ecêb û eletewş bisekinim.
Li jor jî me got, Kawa Nemir ji bo hinek ristan çend lê anîn ava kirine. Yek ji wan ev bû: “Hesarî l’ ber filîkayê digirin pênûsê” Di nîşeya vê rêzê de wisa dibêje: “Yek ji nimûneyênşi’rênneşi’rên Cegerxwîn.” Ya din jî ev bû: “Bo te hew ez, wek Cegerxwîn, bazaragul û dil” Di nîşeya vê rêzê de jî wiha dibêje: “Şi’ra Cegerxwîn a bi navê Gulfiroş a ku yek ji (kêm) şi’rên wî yên ku şi’r in.”
Ereb û rez, fileh û pez! Çawa gotin te anî ser Cegerxwîn û tu dibêjî ev şi’ra wî şi’r e û ev ne şi’r e? Jixwe di helbestên Shakespeare de ev lê anînan eletewş in, bi ser de dest bi helbestên Cegerxwîn dike ka şi’r in an na. Jixwe reş bû ser de teniyê pê dide.
Kawa Nemir jî baş dizane ji alî hunerê ve jî ji alî cîhgirtina didilê gel de jî Cegerxwîn şa’irek hêja ye. Êrîşkirina li yê herî mezin ji berê ve rê û dirbek balkêş e. Pir rê kesan di xwaze bi vî rengî xwe bide danasîn. Lê ji bo vê daxwazê divê meriv dev ji etîkê jî bernede.
Dema Mukriyanî rexne li Cegerxwîn dike meriv dibêje ka em guh bidinê çima wisa dibêje. Şaş be jî em guh didinê û divê em guh bidinê. Lewre Mukriyanî şa’ir e û gotinên wî yên derbarê Cegerxwîn de jî rexne ne. Lê ev her du tişt gelo li cem Kawa Nemir heye yan na?