logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Hollanda porteqaleke tehl da Meksîkayê!

Maçên çarîk fînalê yên Kûpaya Cîhanê ji maçên koman bi heyecantir derbas dibin. Duh Brezîlya û Şîlî heta deqeya dawî lîs

  • Dîrok: 29/06/2014
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2014

Cemil Oguz


Maçên çarîk fînalê yên Kûpaya Cîhanê ji maçên koman bi heyecantir derbas dibin. Duh Brezîlya û Şîlî heta deqeya dawî lîstibûn, paşê 30 deqîqeyên zêdek jî lê nekaribûn bi hev û di penaltiya de serketî (Brezîlya) diyar bûbû. Di maça din a çarîk fînalê de jî Kolombiya û Ûrûgûay hatibûn hemberî hev. Di encama maçeke xweş de Kolombiya bi ser ketibû (2-0). Û îro. Îro Hollanda heta deqeya dawî jî Hollandabûna xwe nîşan da.

Hollanda wekî favorî dest bi maçê kir. Her kes li bendê bû ku Hollanda hinek din bi hêsanî maçê bi dest bixe lê na Meksîka ne ew Meksîka bû ku dê loqmeyeke biçûk be û bê xwarin.

Li gor saeta herêmê saet saet 13.00'an de dest pê kir. Di bin wê kelegerma havînê de lîstikvanan hemû hêza xwe ligel xwêdana xwe kir û ber xwe da. Nîveka yekemîn bi vî awayî dom kir. Hewa germ bû lê maç ne ew qas germ bû û diyar bû ku her du jî li benda nîveka duyemîn in.

Di nîveka duyem, hê di deqîqeya 48'an de li ser navê Meksîkayê Givano Dos Santos derket ser dikê: Ji derveyî xêza ber qeleyê bi lêdaneke xweş gol avêt û tîma xwe 1-0 derxist pêş.

Piştî vê golê Hollanda hinek din ji xewa nîvro şiyar bû. Di deqîqeya 57'an de ji aliyê rastê ve qorner hat bikar anîn, De Vrij li pêş qeleyê lêda, gog pêşî li rûyê qeleparêzê Meksîka Ochoa ket, dûre li dîrekê û bi paş ve vegeriya.

Di deqîqeya 61'an de Sneijder ji derveyî xêza pêş qeleyê şût avêt, pêşî li lîstikvanekî parastvanê Meksikayê ket û gog çû derve. Di deqîqeya 74'an de Robben piştî çend lîstikvan li dû xwe hiştin lê da lê qeleparêz Ochoa ku bi giştî di hemû maçê de gelek serketî bû, nehişt gol çêbibe.

88 û 94 bûn hêvî

Di deqîqeyên ku her diçûn de Meksîka nedikarî tiştek bike, lê carinan bi gogê bi dest xistine dixwest êrîşên bi lez bike lê tu encameke baş bi dest nexist. Dema deqe hat 88'an e Sneijder derket ser dikê. Sneijder ku lîstikvanê Galatasaray e bi vê gola xwe hem bersiva Divano Dos Santos (ew jî lîstikvanê berê yê Galatasaray bû) da, hem hêviya tîma xwe bilind kir ji bo deqîqeyên mayî: 1-1.

 

Robben! 

Û Robben... Robbenê ku bi tena serê xwe tîmekî ye. Robbenê bi qasî 12 kesan dibeze, dilîze, pasan dide, pasan digire, lîstikvanan li dû xwe dihêle... Robbenê ku di vê lîstikenê de hema bibêje bi qasî hemû lîstikvanên Hollandayê dilîst... Robbenê ku hemû hevalên xwe, tîma xwe ji xewê hişyar kir. Belê ev Robben di deqîqe 90+2 de hemû reqîbên xwe li dû xwe hişt, li nava sehaya pêş qeleyê gihîşt xêza dawî, tam  di dema dixwest ji wir careke din vegere, belkî pas biavêje, belkî hinek din ber xwe bide û ew bi xwe lê bide, di wê demê de ji aliyê Marquez ve li erdê hat xistin û hakêm bê didulî xala lêdana penaltiyê nîşan da. Li ser navê Hollandayê Huntelaar gog danî, di deqîqe 90+4 de tîma xwe bi 2-1 derxist pêş û porteqala herî tehl da Meksîkayê û ew şand mala wê.

Bi vê encamê Hollanda careke din derbasî çarîk fînalê bûn.

Du notên din: Di Hollandayê de ligel Robben her kes li bendê bû ku Robin Van Persie rola xwe bilîze, lê jê tiştek derneket. Wî jî Robben bi tena serê xwe hişt. Lîstikvan Dirk Kuyt ku di nîveka yekemîn de aliyê çepê sehayê dilîst û deng jê dernediket, dema guherîna lîstikvanan çêbû û ew çû cihê xwe yê her gavî, aliyê rastê lîst xwe nîşan da. Kuyt piştî derbasî wî alî bû kedek baş ji bo maçê da. Nota din jî ji bo qeleparêzê Meksîka ye, her çiqas Meksîka têk çûbe jî Ochoa heta kêliya dawî rola xwe bi serketî lîst.

Kunye:

Hollanda: 2 - Meksika: 1

Stat: Castelao

Hakêm: Pedro Proenca, Bertino Miranda, Jose Trigo (Portekîz)

Hollanda: Jasper Cillessen, Ron Vlaar, Stefan De Vrij, Paul Verhaegh (Dq. 56 Memphis Depay), Daley Blind, Nigel De Jong (Dq. 9 Bruno Martins Indi), Dirk Kuyt, Georginio Wijnaldum, Wesley Sneijder, Arjen Robben, Robin Van Persie (Dq. 76 Klaas Jan Huntelaar)

Meksîka: Guillermo Ochoa, Francisco Rodriguez, Rafael Marquez, Hector Moreno (Dq. 46 Diego Reyes), Paul Aguilar, Miguel Layun, Hector Herrera, Carlos Salcido, Andres Guardado, Giovani Dos Santos (Dq. 61 Javier Aquino), Oribe Peralta (Dq. 75 Javier Hernandez)

Gol: Dq 48 Giovani Dos Santos (Meksîka), Dq. 88 Wesley Sneijder, Dq. 90+4 Klaas Jan Huntelaar (penaltî) (Hollanda)

 

**

 

Ji bo hemû agahiyên li ser Kûpaya Cîhanê, hûn dikarin li beşa "Kûpaya Cîhanê 2014" binêrin.. 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Kûpaya Cîhanê 2014 - Nivîsên Dawî
news
  • 15 07 2014

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

news
  • 13 07 2014

Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser bikeve? Û vane hin îstatîstîk

news
  • 13 07 2014

Bundchena brezîlî û Puyolê spanî kûpa anî, Almanyayê ew girt

news
  • 09 07 2014

Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar kirin

news
  • 08 07 2014

Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin pêşberî hev

news
  • 05 07 2014

Arjantînê Belçîka, Hollandayê Kosta Rîka şand mala wê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Med Muzîkê dest bi weşana testê kir

ad

KCD: Tirkiyeya Demokrat, Kurdistana Xweser

ad

Gelo dîsa dê nan zem bibe?

ad

Rêveberiya Xweser xwest deriyê Til Koçer ji bo her demê bê vekirin

ad

Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

ad

'Em zimanê zikmakî di nava qalibê pîrozbahiyê de nefetisînin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname