NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê berê yê Serkirdayetiya PDK’ê Ethem Barzanî eşkere kir ku ewê ji bo vê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhateyeke siyasî ragihînin.
Siyasetmedar û endamê berê yê Serkirdayetiya PDK’ê Ethem Barzanî bi rêya hesaba xwe ya Facebookê eşkere kir ku ewê ji bo vê hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkhateyeke siyasî ragihînin. Her wiha diyar kir ku eger di aliyê yasayî de pêre bigihijin ewê tevlî vê hilbijartinê bibin.
'HILBIJARTIN JI BO HERÊMA KURDISTANÊ BÛYE METIRSÎ'
Ethem Barzanî got; “Rewşa Herêma Kurdistanê cemidandiye. Ev jî ji ber redkirina hin aliyên siyasî ji bo beşdarbûna proseyeke demokratîk ku hilbijartin bû, ji bo Herêma Kurdistanê bûye metirsî û bandoreke zêde li ser Iraq û derve jî dike.”
Têkildarî nehevsengiya siyasî li Herêma Kurdistanê û paşxistina hilbijartinê jî Ethem Barzanî wiha got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê çend biryarên ji bo lidarxistin hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê derxistin. Biryara dawî ji bo meha hezîrana/pûşpera îsal bû. Lê mixabin hilbijartin nehatin kirin, ji ber ku hin partiyan hincetên vê rewşê hebûn. Ji bo hilbijartinan hêj dîrokek nû nehatiye diyarkirin.”
'EGIR EM BIGIHÎNIN EMÊ ÇEND ROJAN DE RAGIHÎNIN'
Siyasetmedar Barzanî diyar kir ku li gor îradeya gel, eger ew bigihin tedbîrên yasayî temam bikin, dibe ku di çend rojên bê de ew amadehiya xwe ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de wekî pêkhateyeke siyasî ya nû nîşan bidin.
'TENÊ HILBIJARTIN DIKARIN DISTHILATDARÎ BIGUHERÎNIN'
Ethem Barzanî hêvî dike ku ev hilbijartin ji hilbijartinên 32 salên borî cudatir be. Ji ber ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe, alozî û pirsgirêk bi vî rengî ne ku tenê hilbijartin û girseya gel dikarin vê sîstema desthilatdariyê biguherînin.
Herwiha di wê baweriyê de ye ku sedema bêhêvîbûna xelkê Herêma Kurdistanê ji proseya hilbijartinan, bi sedema 32 salên desthilatdariya desthilatdarên Herêma Kurdistane ye, ku ji aliyê her kesê ve hate dîtin ku çawa hatiye birêvebirin, rewşa nebaş ya jiyana xelkê.
'BILA HER KES BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ BIBE'
Di dawiyê de Ethem Barzanî bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku ev hilbijartin dê guhertinên nû li Herêma Kurdistanê çêbike.
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:
- Pêvajoya Hilbijartina Herêma Kurdistanê hat rawestandin
- Li ser hilbijartina Başûr 3 agahî
- Başûr; Komîsyona hilbijartinê dê navên namzetan eşkere bike
- Nimreyên beşdarên hilbijartina Başûr diyar bûn
- Bafil Talabanî, 'Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de çêbibin'
- PDK, 'Em beşdarî hilbijartinê nabin'
- Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bû
- Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin
- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
**
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir