logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Sal 1981: Çîroka 'Kurê Q...'

Ji sal 1981'ê, li ser atmosfera wê demê, rewşa jiyan û siyaseta wê demê 'O...Çocuklari' ket vîzyonê.

  • Dîrok: 16/05/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz
 
Ji sal 1981'ê, li ser atmosfera wê demê, rewşa jiyan û siyaseta wê demê 'O...Çocuklari' ket vîzyonê.

Vê hefteyê O.. Çocuklari, Asla Pes Etme, Sê Rêbir, Beni Orada Arama, 'Hep Seni Aradim, Şantaj, 6 fîlm li vîzyonê ne

Li ser Derbeya 12'ê Rezberê filmekî din: 'O... Çocuklari'
 
Heta niha gelek fîlm li ser Derbeya 12'yê Rezberê hatin kişandin. Ji "Yol" bigire heta "Eve Donuş" û heta "Beynelminel"...
Sirri Sureyya Onder ku li ser derbeyê "Beynelminel"ekî mikemel pêşkêş kir vê carê bi senaryoya fîlmekî 12'yê Rezberê aniye ser perdeya spî. Fîlmê "O...Çocuklari" ku parçeyeke atmosfera giran a derbeyê bi zimanekî mîzahî nîşan dide, fîlmê dawî ye ku li ser Derbeya 12'yê Rezberê hatiye kişandin. Fîlm niha ket vîzyonê.

Senaryoya fîlmê "O...Çocuklari (Kure Q...)" ji aliyê Sirri Sureyya Onder ve hatiye nivîsandin û derhêneriya fîlm Murat Saraçoglu kiriye. Piştî derbeya 12'yê Rezberê ya 1980'yî jin û mêrek ku ji ber siyasetê polîs ketine dû wan dikin biryarê didin ku derkevin derveyî welêt. Lê mêr tê girtin, tê îşkencekirin, jin li derve bêyî bizanibe çi bike û bi ser de jî zarokek wan heye.
Di dawiyê de ji bo 'ciheke bi ewle' mala 'Dayika Mehtap' (Demet Akbag) hildibijêrin. Cihê ku wan zarokê xwe lê hiştiye mala Mehtaba ku berê karê xwefirotinê kiriye ye. Û ew Mehtaba niha li zarokên jinên ku bi mêran re radizin û vî karî dikin dinêre.
Diyak zarok di ciheke veşarî ya keştiyê de bi awayekî qaçax diçe Îtalyayê û li Îtalyayê buroya koçberan ji bo zaroka wê bînni wir keçikek bi navê Dona (Ozgu Namal) dişînin Tirkiyeyê. Bûyerên balkêş li vir dest pê dikin.
Di fîlm de bi têra xwe cinsiyet heye, jiyana zehmet, komedî, trajedî, daxwaza kuştina namûsê heye... Û kabûsa derbeyê jî bi ser de.
Dema mirov tenê bi çavê fîlmekî li meseleyê binêre fîlm hêjayî temaşekirinê ye. Lê dema ji aliyê 'ka ev çi kes in' lê binêre hin kêmasî dertên holê. Mînak ne diyar e keçik çima diçe Îtalyayê, yên ku li Îtalyayê ne çima di rewşeke wekî derbeyê de xwe dixin nav talûkeyê ji bo zarokek biçûk... Ji bilî hin kîteyên biçûk, fîlm bi diruşmên li ser dîwaran ên wekî "Karker gundî mil bi mil", fotografên li ser dîwaran ku hin jê ji doza kurdan hatine girtin, yan jî li wan digerin... Ev yek fîlm temam dikin. Ji bilî ev kîteyan ve fîlm xwedî kadroyeke serketî ye... Ji Îpek Tuzcuoglu, heta Demet Akbag, Altan Erkekli, her wiha zarokên biçûk rola xwe baş tînin cih.
Em bi van yekan "O...Çocuklari" dikin fîlmê hefteyê û pêşniyaza temaşekirinê dikin.

Kunye:
 
O.. Çocuklari / Kurê Q...

Derhêner: Murat Saraçoglu
Lîstikvan: Altan Erkekli, Ozgu Namal, Şevket Çoruh, Demet Akbag, Sarp Apak, Îpek Tuçcuoglu
Cure:  Komedî / Dram
Sala Kişandinê: 2008


***

 

Û fîlmên din ên vê hefteyê:


 
Uç Haydut / Sê Haydut
(Tree Robbers)
 
Derhêner: Hector Babenco
Cure: Anîasyon
Sala Kişandinê: 2007
 
Hebû tune bû li nav daristaneke tarî de sê rêbir hebûn. Wan bi kumên xwe yên reş û dirêj û bi maskeyên rêbirî dikirin, şêlandina barên ser erebeyên hespan dikirin.
Yekî îsot diavêtin çavên hespan, yekî tekerên erebeyan dişkinandin, yê din jî bi tifingê xwe rêwî ditirsan. Rojekê dema êdî tiştek ku ji erebeyan bidizîn namîne, rêwiyê biçûk Tiffany didizin, lê Tiffany qet natirse, ji tirsê wêdetir dibêje qey li ser rêya êtîmxaneyê wî ji xwe re malbateke nû dîtiye; bi vê yekê jî kêfa wî hatiye. Û sê rêbirên me jî qet bawer nedikirin dê jiyana wan biguhere.

***


Asla Pes Etme / Qet dev jê bernede
(Never Back Down)

 
Derhêner: Leon Ichaso
Lîstikvan: Djimon Hounsou, Leslie Hope, Sean Faris...
Cure: Aksiyon
Sala Kişandinê: 2008
 
Jake nû li lîseyê dest bi xwendinê kiriye. Li vê derê ji nişke ve ew xwe di nav cureyeke klûba pevçûnê de dibîne. Tekane çareya Jake ew e ku reqîbê xwe têk bibe.


 
 ***

 

Beni Orada Arama / Ez ne li vir im
(I'm Not There)

 
Derhêner: Todd Haynes
Lîstikvan: Heath Ledger , Cate Blanchett , Christian Bale , Richard Gere...
Cure: Biyografî / Dram
Sala Kişandinê: 2007
 
Heft serdemên jiyana stranbêj û gotsazkerê muzîkê Dylan... Şeş lîstikvanên ku di nav van de jin jî hene van serdeman vedibêjin...

 

 


 ***


 

Şantaj
(Deception)

 
Derhêner: Marcel Langenegger
Lîstikvan: Ewan McGregor , Hugh Jackman , Michelle Williams
Cure: Aksiyon / Drama
Sala Kişandinê: 2008

Çarçoveya jiyana kesên di borsayê de her roj heşt saetan dixebitin pir teng e. Ji bo wan klûbeke şevê ya bi navê "Lîste" ku wekî cihê seksê ye heye. Ew bi telefonê bigerin û çend peyvan bibêjin, ev yek dibe dest pêka têrbûna ji têkiliya cinsîbûnê.
Ji sîmsarên borsayê Jonathan bi jineke razber re dikeve têkiliyê, wê dixe nava cîhaneke xinayet û kuştinan bêyî ku ew tişteke wisa xeyal bike..

***
 

 


Hep Seni Aradim / Ez her li te geriyam
(Wicker Park)
 
Derhêner: Paul McGuigan
Lîstikvan: Josh Hartnett, Rose Byrne, Diane Kruger, Matthew Lillard
Cure: Dram / Romantîk
Sala Kişandinê: 2004
 
Matthew li herêma Wicker Park a Şikagoyê rojekê dibîne ku keçikek li vîtrîna dikana pêlavan a hevala wî Luke dinêre.
Bi vê dîtinê de êdî dê Matthew ji bo bi wê re bikeve têkiliyê serî li her rêyê bide lê dê nizanibe ku ev yek dê bandorê li hemû jiyana wî bike.Matthew û Lisa evîndarê hev dibin û qeder bi toran xwe li wan dipêçe.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Seydayê Tîrêj bi şevbihêrkek hat bibîranîn

ad

Li Vatîkanê cixare tê qedexekirin

ad

2023: Di qada navneteweyî de 10 fîlmên serketî, lîsteya Siyadê

ad

Li Amedê civîna nasandina pirtûkek

ad

Dîroka hilbijartina Serokomariyê diyar bû

ad

Hunermend Rojda li 6 bajaran konserê dide

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname