logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Kembera Erebî li Hewlêrê: Nifûsa Ereban Hewlêr dorpêç kiriye!

  • Dîrok: 08/01/2023
  • Beş: Nûçe

Hewlêr

Li Hewlêrê hejmara ereban her ku diçe zêde dibe. Ev yek berê ketibû rojevê. Niha ji Rûdawê Dilniya Rehman nûçeyeke li ser vê yekê amade kiriye.
Va ye beşek ji vê nûçeyê:

Di van salên dawî de nifûsa Ereban li çar aliyên Hewlêrê her ku diçe zêde dibin. Malbatên ku ji parêzgehên cuda yên Iraqê ji ber sedemên wekî ewlehî, zehmetiyên darayî û hişkesalî tên bandorê li avahiya demografiya paytextê dikin. Nebûna plansaziyek ji bo kontrolkirina vê zêdebûnê dibe sedem ku pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî zêde bibin û ji bo pêşerojê metirsiyek potansiyel çêbike.

Tîma Rûdawê li ser zêdebûna bê rawestan a nifûsa Ereban li paytext Hewlêrê lêkolîn kir. Bi taybetî di van salên dawî de, malbatên qelebalix û xizan ji deverên cuda yên Iraqê tên, li der û dorên paytextê bicih dibin. Ev rewş dibe sedem ku hem rû û hem jî avahiya demografiya van herêman biguhere.

Kanî Qirjale, ku 26 kîlometre li rojavayê Hewlêra paytext, bi rewşa xwe ya nû dişibihe taxên Necef, Kerbela, Tikrît an jî Bexdayê yên Iraqê. Cihê ku berê Kurd lê dijiyan, niha nîvê wê ji Ereban pêk tê.

Li gor qeydên Birêveberiya Ewlekariyê ya Kanî Qirjalê, ji 1500 malbatên ku li Kanî Qirjalê dijîn 750 ji wan Ereb in. Lêbelê, heman tomar nîşan dide ku 30 malbatên Ereb di sala 2012 de li Kanî Qirjalê dijiyan. Li Kanî Qirjale hejmara malbatên Kurd û Ereb wek hev e. Lê her malbateke Ereb bi navgînî ji 10-15 kesan pêk tê."

Li gor nûçeyê li komelgeha Kawa ya li bajarokê Quştepe ku 10 kîlometre dikeve başûrê Hewlêrê jî rewş bi heman rengî ye: "Bi rastî hejmara malbatên Ereb li vir ji ya Kurdan zêdetir e. Di sala 2013an de 350 malbatên Kurd û 12 malbatên Ereb li komelgeha Kawa dijiyan. Niha 926 malbatên Ereb û 533 malbatên Kurd dijîn. Wek şexs 3 hezar û 454 kurd û 5 hezar û 461 ereb li vê komelgehê dijîn."

Li komelgeha Behirke ya li bakurê Hewlêrê di hejmara Ereban de zêdebûneke berçav heye. Li komelgehê ji 10 kesan 4 kes Ereb in û hema bêje li taxekê dibistanên xwe yên taybet hene.

Berpirsê herêma Behirke ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xusrew Ezîz got, “Piraniya kesên ku ji Mûsilê yan jî cihên din tên bi mûçe ne. Her meh mûçeyê wan tê razandin û ji vir vedikişin. Me bi rastî fêm nekir. Li vir dijîn û qet neçûne kar, lê mûçeyên wan tê dayîn. Em bibêjin di nav wan de teqawît jî hene. Yên ku ji leşkeriyê yan jî ji saziyên din teqawît bûne jî hene, lê piraniya wan ne wisa ne. Ji fermanberên me bêhtir mûçe werdigrin.”

Di nûçeyê de ligel kurdên wê derê û erebên hatine wê derê jî hevpeyvîn hatiye kirin.

Ji bo temamê nûçeyê:

- Kembera Erebî li Hewlêrê: Nifûsa Ereban paytext dorpêç kiriye!

 

 

****

 

Nûçeyên bala we bikişînin:

 

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê 

- Li ser sînor 30 kolber hatin kuştin 

- 2022 Muzîka Kurdî : Hunermendên ciwan, albûmên yekem 

- 2022: Yên ku xatir xwestine

- 2022: Lîsteya fîlmên ku îsal herî zêde pere kar kirine 

- 2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn 

- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû 

- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine

- Senatoyê butçeya parastinê erê kir

- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir 

- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin 

- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin 

- Oxfordê peyva salê hilbijart 

 

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com        

 

   

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

MHP, AKP, DEM Partî çûn serdana hev, çi diqewime?

ad

Rexnegirê sînema Derek Malcolm merd

ad

Îranê rêveberên Enstîtuya Kurdistanê Roznewbarê avêtin hepsê

ad

Gotina Hefteyê: Di cenazeya şehîdan eroîn birin

ad

'Bila xebatkarên dewletê bi kurdî bizanibin'

ad

Kêmasî ya me ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname