Diyarname
Îsal jî ji nivîskar, siyasetmedar heta profên kurd, heta girtiyên kurd gelek kesî canê xwe ji dest da. Ji yên ku me karîn bidin hev me lîsteyek saz kir.
Va ne kesên îsal xatir xwestine:
- 23.01.2022: Mamoste Marûf mir
Mamoste Marûf bi nasnameyê xwe yê fermî "Marîf Korkmaz" di 4'ê gulana 1961'ê de li Tekmana Erzeromê hatibû dinê.
Mamoste Marûd di sala 1987'an de ew diçe Sasona Batmanê û dest bi mamostetî dike. Di van deman de xebatên xwe yên welatparêziyê didomîne. Loma jî dema li Sasonê ye di destpêka salên 90'î de wekî gelek êrîÅŸên wê demê, Hîzbûllahî êrîÅŸê wî jî dikin û ew bi giranî birîndar dibe; ji mirinê difilite.
Wî ji Egîtîm-Senê heta HDP (û partiyên berî HDP'ê) de di gelek saziyan de kar kir. Wî bi kurdî jî dinivîsî. Di Azadiya Welat, kovara Zend de nivîsên wî hatin weÅŸandin. Li aliyê din blogeke wî bi navê "mamostemaruf" hebû û nivîsên xwe di wir de belav dikir. Cenazeyê wî li goristana Çengelkoya Stenbolê hat definkirin.
*
02.02.2022: Girtiyek bi navê Turgay Denîz mir
Girtiyê bi navê Turgay Denîz 39 salî bû, girtî bû û ev 12 sal bûn li girtîgehê bi tûpê nefes digirt, bi tûpê dijiyan. Ligel vê yekê jî ew nedihat berdan. RewÅŸa Denîz xirab bû û ew rakirin NexweÅŸxaneya NexweÅŸiyên Singê ya Surreya PaÅŸaya Stenbolê lê nikarîn rizgar bikin.
*
- 03.02.2022: Prof. Dr. Zara Yûsûpova mir
Kurdolog Prof. Dr. Zara Yûsûpova ku li St Peterburga Rusyayê dijiya mir. Kurdolog Yûsûpova 88 salî bû.
Bi navê xwe yê dirêj Prof. Dr. Zara Elî Yûsûpova di sala 1934’an de hatibû dinê. Di sala 1956’an de wê doktoraya xwe pêÅŸkêÅŸ kir. Ew di warê zanista fîllolojiyê de bûbû profesor.
Yûsûpova ku bi salan li ser kurdî xebitî bû û ev xebata xwe di gelek konferansan de pêÅŸkêÅŸ kiribû. Yek ji wan konferansan jî li Amedê bû. Di sala 2004’an de dema Åžaredarî ligel saziyên kurdan li Amedê “Konferansa Zimanê Kurdî” li dar xist yek ji beÅŸdarên navdar jî ew bû.
*
12.03.2022: Siyasetmedar Åžerafettîn Kaya mir
Siyasetmedar Åžerafettîn Kaya yê ÅŸahidê serdemekê i Enqereyê mir.
Åžerafettîn Kaya ji MûÅŸê bû, parêzer bû û jiyana wî bi têkoÅŸînê derbas bû. Di navbera salên 1973-1975’an de Serokê Baroya MûÅŸê bû. Di nav DDKO, Rizgarî de cih girtibû. Di dema derbeyan de hat binçavkirin, girtî ma, lê dest ji ya xwe berneda. Kaya piÅŸtî salên 80’yî ji mecbûrî çû Almanyayê û piÅŸtî demek dirêj vegeriya Tirkiyeyê. Wî li Ewporayê ligel hinek parêzerên kurd Yekîtiya Parêzerên Kurd ava kir. Her wiha di nav avakarên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de cih girt.
Kaya berê bi navê “Diyarbakir'da ÎÅŸkence” (Li Amedê ÎÅŸkence) pirtûkek derxistbû û qala serdema xwe ya girtîgehê û îÅŸkenceyê kiribû. Dûre bi navê “Hayatimdan Kesitler” (Kêliyên Ji Jiyana Min) pirtûka bîranînan wekî du cild amade kiribû û pirtûk ji WeÅŸanên Dozê derketibû.
*
- 02.04.2022: Nivîskar Migirdîç Margosyan mir
Nivîskarê ermen Migirdîç Margosyan îro canê xwe ji dest da.
Nivîskar Markosyan roja 23’yê berfanbara 1938’an li Taxa Xançepeka Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî li wir xwendiye, dibistana navîn û lîse li Stenbolê xwendiye û paÅŸê BeÅŸa Felsefe ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Stenbolê xwendiye.
Wî dibistanên ermen de mamostetî kiriye. PaÅŸê di rojnameya ermenî Marmara de çîrok nivîsandine û pirtûkên wî derketine. Di salên 90’an de di rojnameyên wekî Gundem, Yenî Yuzyil, paÅŸê di Evrenselê de nivîsiye.
Margosyan ku yek rêveberên WeÅŸanxaneya Arasê, gelek pirtûkên wî derketine.
*
15.08.2022: Mehmet Candemîr mir
Serokê DBP’ya Batmanê yê berê Mehmet Candemîr li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeya Gîresûnê mir. Hat îdîakirin ku ji ber qeyrana dil miriye. Rêveberiya girtîgehê vê sibê li malbatê geriyaye û gotiye ji ber qeyrana dil miriye. Lê birê wê Ahmet Candemîr ji bo MA’yê gotibû ku vê înê ligel wî axiviye û birê wî gotiye rewÅŸa wî baÅŸ e.
Mehmet Candemîr 60 salî bû û 4 zarokên wî hebûn. Candemîr di navbera salên 2014-2016’an de Serokê DBP’ya Batmanê bû, di heman demê de endamê Meclisa Partiyê yê DBP’ê bû. Di sala 2016’an de hatibû girtin û par bi îdîaya endamtiya rêxistinê 17 sal û 6 meh cezayê hepsê lê birîbûn.
*
15.08.2022: Zulfu Yildirim mir
Girtiyê bi navê Zulfu (İbrahim) Yildirim 68 salî bû û ev 5 sal bûn ku nexweÅŸ bû, ligel raporên nexweÅŸiyê jî nedihat berdan. Yildirim li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Elezîzê bû û gotin ku ji ber qeyrana dil li erdê ketiye û miriye.
10 roj mabûn ku cezayê Yildirim temam bibe û bê berdan.
*
30.08.2022: Nivîskar Nevçat Çapkin mir
Nevzat Çapkin 29 salan girtî ma. Li girtîgehê gelek pirtûk nivîsîn, lê di heman demê de di nav wan dîwarên sar de bi nexweÅŸiyan ket ku yek ji nexweÅŸiya wî ya giran qansêra qirikê bû. PiÅŸtî 29 salên girtîmayî 8 meh berê ji girtîgeha Tîpa T ya BeÅŸîkduzuya Trabzonê hat berdan lê nekarî berxwe bide.
Cenazeyê wî birin gundê HecîreÅŸ a Farqîna Amedê û bi beÅŸdariya gelek kesî defin kirin.
Nivîskar Nevzat Çapkin li girtîgehê gelek pirtûk nivîsandin. Hin ji wan ev in: “Tasavvuf Uzerine DuÅŸunceler” (Li ser tasavvufê hin dîtin), “Toplumsal Hakikat” (Heqîqeta Civakî), “Kurt Kulturu ve Edebiyatindan Seçkiler” (Çanda Kurdî û jHin Neqandinên ji Wêjeya Wê), “Îlahî Kanun ve Sosyolojî” (Zagona Îlahî û Civaknasî), “Modernîtenîn MahÅŸerî (MehÅŸera Modernîteyê), “ÇiçeÄŸe Agit” (Åžîna bo Kulîlkê).
*
09.11.2022: NiÅŸtox Mehmûd NêÅŸite merd
NiÅŸtox Mehmûd NêÅŸite ke xebatê xwu bi kirmanckî (zazakî) kerdêne Tip Fakûltesî ay Zanîngeha Dîcle ay Amedî de merd.
NêÅŸite bi namey xwu yê nasnameyî Mahmut Yuruk semedê zere û gurçikanê cê kar nêkerdê berd bî nêweÅŸxane. Cenazey ê Goristaney Yenîkoy a Baglara Amedî de kerd erd.
NiÅŸtox Mehmûd NêÅŸite serey 1945'inan de dewey Xosor ay Licey Amedî de hamebî dinya. NêÅŸite demêke kewt miyanê siyasetî û HADEP de kar kerd. Ew mamoste bî û di miyanê sendîkayan de zî kar kerd bî. Mehmûd NêÅŸite ke di miyanê Grûba Vate de zî ca girot bî, serê kirmanckî de xebatî kerdê, dersî zî dayne, demêke Diyarname de zî quncikniÅŸtoxî kerd.
Ê panc hebî kitabî niÅŸtîbî.
*
11.12.2022: NiÅŸtox Mûnzûr Çem merd
NiÅŸtoÅŸ Mûnzûr Çem qeybî qansêrî hameyne dermakerdiÅŸ la eyro Berlîn de merd.
Çem serey 1945’inan de dewey Kurçe ay Gêxî ay Çewligî de hame dinya. Serey 1966’inan de Saglik Kolejî ay Amedî qedêna û dest bi kar kerd. Serey 1984’inan de ÅŸî Swêd. Ê miyanî henî rêxistinanê siyasî de ca girot û xebata siyasî kerd.
Mûnzûr Çem serey 1970’y ra nat niÅŸtey niÅŸtêne. Ê bi desan kitabî bi kurdî û tirkî niÅŸtî bî. Ê miyanê awankerdiÅŸê PEN’a Kurd de zî ca girot bî.
***
Nûçeyên 2022'yan
- 2022: RSF'ê hejmara rojnamegerên hatine kuÅŸtin eÅŸkere kir
- 2022: Lîsteya fîlmên ku îsal herî zêde pere kar kirine
- 2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn
- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leÅŸkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Åžexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê
- Oxfordê peyva salê hilbijart
- YouTube strana herî populer eÅŸkere kir
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com