Fêrgîn Melîk Aykoç
Hetanê zimanekî di nava saziyên civakî de rûnene, ev sazî sernavên xwe ji wî zimanî negire, jiyana fermî û bazirganiyê li ser bingehê wî zimanî pêkneyê, ew ziman wateyekê negire û nabe zimanê jiyanê. Zimanê ku di her warê jiyanê de bikarneyê jî bi têkçûnê re rû bi rû dimîne. Ku îro gel û civak bi dilgermî nêzîkê ziman nabe, bi axaftin û bikaranîna zimanê dagirker û serdestan xwe bextewar hîs dike, egerê wê yê herî bingehîn ev e. Ji wê ev biryara van têgînên civakî ne tenê girîng, pêngaveke dîrokî ye.
Çend gotin li ser 269 têgînan
Saziyên civakî encama pêşketin û xebatên bi sedan salan e. Welatên serbixwe û xwediyê dewlet gav bi gav ev organîzekirin û ji bo wan saziyan hin têgînên li gor semantîka zimanên xwe wek serenav tên bikaranîn, afirandine. Ev di pêvajoyeke demdirêj de pêkhatine, lema di hişmendiya civakê de bê pirsgirek rûniştine. Lê li welat û di nava civakên wek me bindest de derpfetên gav bi gav li ser bingehê pêşveçûnên civakî afirandina van sazî û têgînên naveroka wan radigihîne, tûne. Ji ber wê jî, dema derfet bi dest dikevin, yan têgînên nû tên afirandin, yan jî navê saziyên li gor pergala dagirkeran pêşketî û serenavên, yan jî têgînên wî erkî girtî, ji zimanê serdest û dagirkeran tên wergerandin.
Li başûrê Kurdistanê têgînên bi têgihîştina erebî hatine wergerandin, tên bikaranîn û ji ber wê jî devoka Soranî yan jî kurdiya nawerast hinek din ji kurdiya bakur dûr ketiye. Li bakurê Kurdistanê jî ev derfet nû bi dest ketine, lema ji divêtiyê têgînên zimanê dagirkerên tirk wek bingeh hatine girin û wergerandin. Herdû ziman jî bi hêla semantîk, pergal, bingeh û hêmanên ziman ve biyaniyên ziman û avahiya rêzimana kurdî ne. Ev şirove ne rexne, rastiya rewş û rawestana me ya niha ye. Yanê şûrayeke ji kesên rexnegirên van têgînan jî pêkbihata, dê kar li ser vê xetê bihata meşandin. Ev aliyeke rastiyê.
Li aliyê din ev çil pêncî sal in ku em tenê li ser teorî, bangaşî, rastiya xwe pejirandindayînê û şerêhevkirinê radiwestin, ev jî di nava me de bi awayekî; ji bo û dijber (Pro<>kontra) meşiya. Me gelek kêm serê xwe bi têgînên civakî, zanyarî û wêjeyî re êşand. Lê pêşveçûnên polîtîkî, civakî û berbi çareseriyê bi hêza motora vê pêşketinê ango bi hêza Tevgera Azadî derfet wisa bi lez afirand, rewşenbîriya di nava siyaseta dijber hev de xeriqî, li paş ma. Di dema pêdivî pê hebû de li ser van têgînên divêtiyeke pêşketina civakî ye, ranewestiya. Niha civak, motora çareseriyê û pêşketinên nû ku ev di rastiya “xweserî û duzimanî de derketiye pêş me, vê ji rewşenbiriya kurd dixwaze. Divîbû di gaveke zû tirîn û lêhatî de bersiv bihata dayîn.Li ser vê divêtiyê di demeke kurt de şûrayeke gelek berfireh hatiye civandin û di encama xebateke çar rojan de 269 ne têgînên dê di jiyana civakî de were bikaranîn, hatine destnîşankirin. Ev her çendî hin rexneyan bigire jî, ku hin têgîn li gor min di warê semantîkê de têr nebin jî, ji bo zimanê kurdî, ji bo pêşketinên civakî destkeftî û serkeftineke pir hêja û pîroz e. Bêguman wê di piratîkê de jî hin sererastkirin pêk werin. Ji wê jî ez organîzekar û endamên wê şûrayê ji dil silav û pîroz dikim.
Eger reşenbîriya kurd du yan jî sê sal berê şûrayeke wiha girîng pêkanîba û ew pêşniyar di rexnegiriya hin sazî û kesên têkildar re derbazkirîba û dû re kirîba biryar, bêguman wê hê baştir ba. Lê mixabin ku rewşenbiriya kurd ne bi erkê xwe bi polîtîkayê re mijûl e, di her karî de li pey pêşveçûnan dilukume.
Ez bixwe li gel bikaranîna hin têgînên navnetewî ku piranî ji latînî tên û ne di dijayetiya semantîka kurdî de ne, me. Wek mînak di cihê peyva afirandî HEVAHENGÎ de peyva navnetewî “koorditation” bihata bikaranîn dê baştir ba. Hemû gelên cihanê, hin têgînên êdî bi navnetewî wateyekê girtine, bikartînin. Peyva “hevaheng” ji du peyvan pêk tê „hev” û „aheng” bi dîtina min wê naverokê nade. Lê her çendî şaş jî be, dibe ku wek peyva şaş „mamoste” (mam + hosta) di bikaranînê de cihê xwe bigire.
Hin pêşniyarên Cihan Roj di cîh de bin jî, hinên wan ne rast in. Wek mînak peyva “tamatî,” ev ji peyva “tehm” pêk tê ku ne şaş bim, ev peyv ji erebî derbazê zimanê me bûye. Kurdiya tehmê “çêşt” e.
269 têgîn û hin derûdorên kerr
Ji roja ev têgînên saziyên şaredariyê ji bo bala giştî hatiye ragihandin ta îro li hemû malparên kurdî û qaşo bi kurdî dinêrim. Ku hin ji wan malperan; hemû nûçeyên aspargas yên çapemeniya Erdogan û Fetullah ji bo heriyê bavêjin Tevgera Azadî diafirîn, ji bo kurdî werdigerînin û dixwazin bigihînin bala kesên wan dixwîne. Bi her awayî dixebitin ku parlamenterên AKP yî yên wek A. Kurt ku bi dil û can ji gotinên Erdogan ên wek „tek al, tek ziman“ re çepikan li hev didin, ji bo bikaranîna zimanê kurdî û mafên kolektîvî tu gotineke di resmiyetê de bikarnaînin. Ji teskereyên bombebarankirina Kurdistanê re dest hilanîn, wek welatparêzan bifiroşin me. Hin niviskarên wan xwe tenê di nava partiyên tirkan de bextewar hîsdikin û xwe di nava wan de li ser xeta rast dibînin.
Belê, ev malperên bi vî awayî, li hember van têgînan mina peza gihayê jehriyê xwarî tevizîne û bê deng in. Çawa ku biryara van têgînan ne li Kurdistanê, li welatekî têkiliya wan bi kurdan re tune, hatibe girtin, wisa kerr û lal in. Lê xwedê neke, xweza nîşan nede, xewnên wan di qirik û çavên wan de bimîne, sedsal dû re, keseke nêzîkê dîtin û boçûnên wan li gundeke Kurdistanê, keyatiyekî bigire, dê ewê van têgînan bikar neynin? Di nirxandin û nivisandinên di pêş me de ev têgîn dernekevin pêş wan? Yan ew bê xwe kesên din naxwînin? Dibe ku li benda biryarên trt 6 û AKP yî û fetulahciyan bin? Yan jî hîn destûra weşanê ji wan hêlan, dibe ji fermandeyên xwe jî nesitandibin!
Divê mirov rastiyekê ji bîr meke, hin kes û derûdor bixwezin û nexwezin jî pêşketinên civakî, hêza motora vê pêşketinê li gor kerr û laliya hin derûdoran li mijara nanêrin, li wan û biryarên wan napên, her pêş ve diçin. Ewê jî bi likumîn, bi şermokî jî be vê rastiyê bipejirînin.
***
Nivîsên li ser vê NÎQAŞ Termolojiya Peyvên Îdarî:
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî


