Diyarname
Sînor li nav bajarên kurdan hatine kişandin. Her parçeyeke kurdan, her malbatek bi aliyeke sînor de maye. Berî van sînoran dan û standin hebû li nav van bajarên niha ketiye vî alî û wî aliyê sînor, ketine Binxet û Serxet. Lê bi “qaçaxî” be jî, bi veşarî be jî kurd diçin û tên. Dan û standinê, bazarê didomînin. Kurdên ku ji Rojhilat diçin Başûr, ji Başûr diçin Rojhilat û tiştên dan û standinê bi ser pişta xwe de dibin re “Kolber” têne gotin. Û hêzên dewleta Îranê her ku dibîne guleyan bi ser wan de dibarîne. Di encama van guleyan de di sala 2022’yan de 30 kolber hatine kuştin.
Kolbernewsê di vî warî de raporeke li ser sala 2022’yan amade kir û weşand.
Va ne ji raporê hin îstatîstîk:
- Di navbera Başûr û Rojhila de, yan jî Azarbeycana Rojava û Kirmanşan de 258 kolber yan bûne hedefa hêzên Îranê, yan di bin aşîtê de mane, yan pêl li mayînê kirine, yan jî ji cihên bilind ên çiyayan ketine. Ji van hin mirine, hin birîndar bûne.
- Ji 258 43 jê mirine, 215 birîndar bûne.
- Ji 43’yên mirine 29 jê leşkerên Îranê raste rast gule bera wan dane û ew kuştine.
- Ji kolberan yek jê ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatiye kuştin.
- Ji yên mirine yek jê ji cihê bilind ketiye, 4 ji sermayê, yek fetisiye, 5 jê qeyrana dil derbas kirine, 2 di encama qezayê de mirine
- Ji birîndaran 160 jê di encama guleberdana raste rast a leşkerên Îranê de birîndar bûne.
***
Nûçeyên 2022'yan
- 2022 Muzîka Kurdî : Hunermendên ciwan, albûmên yekem
- 2022: RSF'ê hejmara rojnamegerên hatine kuştin eşkere kir
- 2022: Lîsteya fîlmên ku îsal herî zêde pere kar kirine
- 2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn
- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê
- Oxfordê peyva salê hilbijart
- YouTube strana herî populer eşkere kir
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com