Diyarname
Di sala 2022’yan de lîsteya lîstikvanên fûtbolê yên ku herî zede pere kar kirine diyar bû. Lîstikvan Kylian Mbappe bi 128 mîlyon dolarî di rêza yekemîn de cih girtiye. Di nav 10 ên herî zêde pere kar kirine de ji PSG’ê sê kes hene ku piştî Mbappe ji heman tîmî Messi di rêza duyemîn, Neymar di rêza çaremîn de cih girtiye.
Va ne 10 lîstikvanên fûtbolê yên ku par herî zêde pere kar kirine:
- Kylian Mbappe (PSG): 128 Mîlyon Dolar
- Lionel Messi: 120 Mîlyon Dolar
- Cristiano Ronaldo (Al Naser): 100 Mîlyon Dolar
- Neymar: 87 Mîlyon Dolar
- Muhammed Salah (Liverpool): 53 Mîlyon Dolar
- Erling Haaland (M. City): 39 Mîlyon Dolar
- Robert Lewandowski (Barslona): 35 Mîlyon Dolar
- Eden Hazard (R. Madrid): 31 Mîlyon Dolar
- Andres Iniesta (Vissel Kobe): 30 Mîlyon Dolar
- Kevin De Bruyne (M.City): 29 Mîlyon Dolar
Lîstikvan Mbappe salek serketî derbas kir. Mi PSG bû şampiyon û paşê di Kûpaya Cîhanê de ji ber pir gol avêtin Xelata Pêlava Zêrîn girtibû. Tîma wî ya neteweyî Fransa di maça fînalê de li hemberî Arjantînê têk çû û bû duyemîn. Her ku lîstikvanê Arjantînê Messi ye wî jî salek serketî derbas kir. Di PSG’ê de ew jî bû şampiyon û bi ser de ligel Arjantînê bû Şampiyonê Dinyayê jî.
***
Nûçeyên 2022'yan
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- Li ser sînor 30 kolber hatin kuştin
- 2022 Muzîka Kurdî : Hunermendên ciwan, albûmên yekem
- 2022: RSF'ê hejmara rojnamegerên hatine kuştin eşkere kir
- 2022: Lîsteya fîlmên ku îsal herî zêde pere kar kirine
- 2022: 7 bûyerên ku îsal yekemîn car qewimîn
- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê
- Oxfordê peyva salê hilbijart
- YouTube strana herî populer eşkere kir
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com