Diyarname
Bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê, di navbera Iraq û kampanyaya BP ya Brîtanyayê de li ser nûjenkirin û pêşxistina 4 bîrên neftê yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê, lihevkirin hate îmzakirin.
Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel kampanyaya BP ya Brîtanyayê ji bo nûjenkirin û pêşxistina 4 bîrên neftê yên li bakurê parêzgeha Kerkûkê yên Avana, Bay Hesen, Cembur û Xebaz lihevkirin hate îmzakirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di peymanê de îhtîmala lihevkirina li ser lêgerîn û derxistina neftê heye.
Her wiha hate destnîşankirin ku lihevkirin di çarçoveya hewlên hikumetê ji bo sermayeguzariyên guncaw di sektora enerjiyê de, bi armanca zêdekirina hilberîna neftê û veberhênana gazê li herêmê de hate pêkanîn.
Kerkûk di warê çavkaniyên neftê û dewlemendiyên binerd de yek ji parêzgehên herî dewlemend ên Iraq û Herêma Kurdistanê ye ku jêdereke girîng a dabînkirina berhemên neftê ye. 8 meh berê li Kerkûkê hilbijartin li dar ketiye lê hê jî Walîyek ji nav encumenan nehatiye hilbijartin ji ber ku kurd li hev nakin, ereb jî dixwazin walî ji wan be.


