Diyarname
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), li ser erdheja Wanê, li hemberî gotinên nijadperest ên di çapameniyê de daxuyanî da û bang li çapemeniyê kir ku bi berpirsiyar tevbigere.
Rêveberiya ÇGD (Çagdaş Gazeteciler Dernegi) daxuyaniyeke nivîsîk weşand û got ku bi qasî erheja wanê, gotinên di nav çapemeniyê de cih girtine jî em êşandine.
ÇGD'ê got ku têkilîdanîna 24 leşkerên jiyana xwe ji dest dane û meseleya erdhejê; li ser vê yekê qîrînên "tolhildanê" ji dema ku erdhej çêbûye ve di nav çapemeniya înternetê de cih girtine, malperên rojname û televîzyonên mezin xemilandine.
ÇGD'ê diyar kir ku malper bûne cihê bê tehamulî, nijadperestî, cudaxwaziyê. ÇGD'ê wisa got: "Spîkera nûçeya di weşana zindî de gotina 'erdhej li rojhilat be jî,li Wanê be jî em xemgîn bûn'; gotina pêşkêşvana bernameyê a bi rengê 'Pêşî keviran biweşîne, polîsan, leşkeran wekî çûkan daxe, paşê alîkarî bixwaze. Bila her kes hedê xwe bizane' ku mixabin mêvanên wê yên zanyar jî çepik ji bo van gotinan lê daye, ev yek jî nîşan dide ku divê rêveberên çapemeniyê bi lezgînî tevdîrê bigirin."
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku berî 'bîrînga li ser terorê' bigirin, li ser xêza propaganda ji ku derbas bibe bisekinin, bila ji nijadperestî û cudaxwaziyê re bibêje 'bise'.
ÇGD'ê bang li çapemeniyê kir ku bihestiyar tevbigere, û diyar kir ku cihdayîna nûçe û şiroveyên nijadperest û cudaxwaz sûc e û wisa dom kir: "Nijadperestî nayê qebûlkirin, kes nikare gotinên nijadperest di çarçoveya azadiya ramanê de binirxîne. Rêveberên çapemeniyê divê di malper û rojnameyan de cih nedin şirove û nûçeyên bi vî rengî, lewma ev yek hem mecbûriyeteke pîşeyî, hem jî rewşeke însanî ye."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir
- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê
- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû
- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn
- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe
- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê
- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene
- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû


