Mîr Qasimlo
Daketina Tavê wiha dest pê kir:"Tu xema neke dilyara min a giyanî, berkî em li ser pira sikratê careke din pergî hev bên. Tu negirî Nêrgiza min, berkî em li mala xwedê, li bihuşta Ehmedê Xanî careke din bikaribin du gotinên gulgulî yê ne xeyîdîner diyariyê belekiya çavên hev bikin mîna ku ev bi sala ye bêyî em hevûdu bibînin, diyariyê hev dikin.... De ka êdî negirî dilyar. Sitûmala min şil e, şeva min xeriqî ye ji ber îskîniya te ya di min de rûniştiye. Bes e, negirî canyara min"Û zimanê Tavê wiha kudand:
"Tu gerdûn î bi xweşziman...Kalînînere bi eslê xwe kurmanc
Vejînînere vedijîne "dil" ê xwe yê duyem.Ne navmalî Mîrxatûne li dîwaxana Mîr û Began…
***
Ne NÎNATTA bendewar
Ne bêhelwest, şiyan û qudret
Ji raseran re rêvekere tu jina kurmanc…
***
Xweşbêj e, bilbila bilbilê xwe yê xemgîn....Xweşawazkar e tu ji dil bi kalînMelodiyeke dilday
ikî û hişinahiyeke avzûniyê li hemû peravanNe parsker û bendewar
Dayînînere perperoka dilbûha….
***
Ne şagirt e û ne peyrev
Ne textê ceribandinê û ne bedeweke vîtrînîk
Ne embareke xalî û ne çaveke birçî
Ne giyaneke erzan û ne alekî daketî, erê alekî xweser î û di sîbera xwe de dihewînî boşahiyan.
***
Tu yî ew strana abadîn û sembola jina jixwederbazkirî"…
"Ey Dilyara min a giyanî, hêza te ya navxweyî hîs dikim. Ew ji geryana (kirîz) dilê te re rûpîv û perdeyan didûre da bi hal û rûyê xwe yê tezî neyê dîtin... Her şev li ber pencera te me. Li wir li karkirina hêza te ya navxweyî dinêrim, ji te re lirîk lirîk dikalînim. Ger te heye dil wan kalînan li rastkêşa dilê xwe bixe, wê rastî û ne dûrbûn were dîtin".


