Diyarname
Di maça Kûpaya Qral a Spanyayê, di çarîk fînalê de Barselona û Real Madrid cara diduyan hatin hemberî hev. Maç bi 2-2 bi dawî bû lê di maça yekemîn de Barselona li mala Real Madrîdê bi 2-1 têk biribû, bi vê avantajê derket nîv fînalê.
Maça li Stada Barselona li Nou Campê bi lez dest pê kir. Di deqîqeyên pêşî de Real Madrid serdest bû, firsendên ku golan bavêje jî bi dest xist lê nekarî gol bavêje. Piştî çend deqîqeyên destpêkê Barselonayê hakimî bi dest xist û di deqîqeya 43'yan de Pedro Rodrigez (piştî İniesta seqet bû, ji dêvla İniesta ket maçê) gol avêt. Di deqîqeya 45'an de jî Daiel Alves bi lêdaneke xurt gola diduyan a Barselonayê avêt û nîveka yekemîn bi 2-0 bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de maç sekan diçû heta deqîqeyan 68'yan. Di vê deqîqeyê de Cristiano Ronaldo li ser navê Real Madridê gol avêt û hêviyek biçûk be jî xist dilê tîma xwe. Di deqîqeya 72'yan de Karim Benzema vê carê derket ser dikê û encam kir 2-2. Bi vê yekê sawek giran xwe bi temaşevanên Barselonayê pêça, lewma ger Real Madridê golek din jî biavêta dê wê tûr biavêta. Lê Barselona ku di her şert û mercî de şanenava xwe li maçê dide careke din ji xew hişyar bû. Çend lîstivkanên Barselonayê ku diçûn golê, ji aliyê lîstikvanên dawî ve bi lierdêxistinê hatin rawestandin.
Di encamê de kesî nekarî golê bavêje û maç bi 2-2 bi dawî bû. Bi vê encamê Barselona çarîk fînal li dû xwe hişt û derket nîv fînalê.
Kunye:
Stad:Camp Nou
Hakêm: Fernando Teixeira Vitienes
BARCELONA: Pinto, Alves, Pique, Puyol, Abidal, Xavi, Busquets, Iniesta, Messi, Cesc, Alexis,
REAL MADRİD: Casillas, Arbeloa, Pepe, Sergio Ramos, Coentrao, Lass, Xabi Alonso, Kaka, Mesut, Cristiano, Higuaín


