logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • Dîrok: 06/12/2025
  • Beş: Nûçe

Stenbol
DEM Partî bi sernavê "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbola Tirkiyeyê organîze kir. Konferansê serê sibê dest pê kir û heta sibê dê bidome.
Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari axaftina destpêkê kirin.
Va ne notên ji îro:

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam şand konferansê. Peyama Ocalan ji aliyê Veysi Aktaş ve hat xwendin. Ocalan dûr dirêj li ser marksîz, sosyalîzmê axivî û got, "Em bi rêya avakirina aştî û civaka demokratîk, sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin."
Li ser meseleya çareseriyê jî Ocalan sê rêgez rêz kirin, "Zagona hemwelatîbûna azad, Zagona aştî û civaka demokratîk, Zagonên azadiyê."

BAKIRHAN: 'MÎNAKÊN BASK Û KATALAN JI BO ÇARESERî GIRÎNG IN'
- Tuncer BAKIRHAN: Cîhan û Rojhilata Navîn di nav qeyraneke mezin de ne. Tirkiye li navenda vê qeyranê ye. Pirsgirêkeke Kurd heye ku sed sal e nehatiye behskirin. Êdî mafên kurdan nayên înkarkirin, lê mafên wan hîn nehatine dayîn. Kurd sed sal e ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîneke bênavber dimeşînin. Her ku dewlet wan înkar dike, ew qas bêtir têdikoşin. Niha li vir pêvajoyeke dimeşe. Azadiya kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê li vir pir girîng in. Ev pêvajo dê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn aştiyê bîne. Birêz Ocalan gelek caran behsa demokratîkbûna dewletê dike. Birêz Ocalan dibêje ku heta ku desthilat qels nebe, demokrasî dê tune be. Mînakên hevalên me yên Bask û Katalan di çareserkirina van pirsgirêkan de pir girîng in. Yên ku berê wekî 'terorîst' dihatin hesibandin, hêjayî Xelata Nobelê hatin dîtin. Paradîgmaya demokratîk a birêz Ocalan çareseriyeke mezin e. Birêz Ocalan di navenda vê pêvajoyê de ye. Tevî 26 salên tecrîdê jî, Ocalan zimanê aştiyê dide der.

HATIMOGULLARI: ŞAM DIXWAZE PERGALA ROJAVA TÊK BIBE, EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
- Tulay Hatimogullar: "Ev konferans ne tenê ji bo pêşkêşkirinan e; ew li ser nîqaşkirina aştiyê ye, aştiyek ku ji çiya û kolanan, ji nava têkoşînê derdikeve. Pistîniya aştiyê digihîje Amerîkaya Başûr, Katalonya û Mezopotamyayê. Aştî bi xwezayî nayê, ew bi têkoşînê tê. Ez bawer dikim ku ev konferans dê di vî warî de tevkariyeke girîng bike. Me sedsala borî bi şeran li dû xwe hişt. Em niha bandorên Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyemîn dijîn. Ango, em li ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dê ji bo hemû şerên din dijwartir be. Di vê serdema pêşkeftina çekên nukleerî de, ne tenê mirov, hemû zindî û cîhan bi xwe jî di bin gefê de ne. Pergala kapîtalîst bi vî rengî ye, lê têkoşîna parêzvanên jîngehê û gelan ji bo lêgerîna neteweyeke demokratîk, têkoşîna kedê, têkoşîna jinan û avakirina demokrasiya herêmî û qanûna giştî pir mezin e. Em vê yekê li Rojavayê dibînin. Hikûmeta Şamê hewl dide ku pergala ku kurdan bi gelên din ên li Sûriyeyê re ava kirine ji holê rake. Ev nayê qebûlkirin. Wekî din, êrişên wê yên li ser Durzî û Elewiyan nayên qebûlkirin. Rojava tenê ne avakirina jiyaneke sekuler, rizgariya jinan û Sûriyeyeke demokratîk e, di heman demê de modeleke ji bo demokratîkbûn û yekbûna baweriyên cihêreng jî diafirîne. Bi vê wateyê, divê rê ji bo vê herêmê were vekirin.

EHMED: ARAMIYA LI VÊ DERÊ DÊE BANDORÊ LI TIRKIYEYÊ JÎ BIKE
- Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed vîdekonferans beşdarî konferansê bû: Em li Sûriyeyê dixwazin pêvajoyek demokratîkbûnê bi rê ve bibin. Em dixwazin bi hemû pêkhateyan re Sûriyeyek nû ava bikin. Hemû pêkhate di çarçoveya qanûn û hiqûqî de bi hev re bijîn. Em dixwazin her kes li vir bi bîr û baweriya xwe bi azad bijî. Aramiya di hundirê Sûriyeyê de tê wateya aramiya Tirkiyeyê jî. Aramî û xweşiya li vir dê bandorek erênî li ser Tirkiyeyê bike.”

BARZANÎ: ÇI JI DESTÊ MIN BÊ EZÊ BIKIM
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî peyam şand. Amîna Zikrî qeyama Barzanî xwend: “Ez hêvî dikin ku hemû gelên herêmê ji bo aştiyê tev li bibin. Pêşî divê pêvajo li ber çav bên girtin. Aştî, her tim ji şer bi qîmetir e. Ji bo ku ev pêvajo dan destpêkirin, spasiya birêz Erdogan, birêz Ocalan û hemû rayedaran dikim. Ji her alî ve amade me ku piştgiriyê bidim vê pêvajoyê. Ji bo pêvajoyê tiştê ji destê min tê ez ê bikim.”

TALABANÎ: DERIYÊN GIFTÛGOYAN VEKIN
- Serokê YNK'ê Bafil Talabanî peyam şand. Piyama wî ji aliyê Dara Xeylanî ve hat xwendin: “Em, gelê Kurd in. Em li herêmeke ku demekî dirêj e pevçûn lê didomin dijîn. Ev hemû bûn sedema gelek mirinan. Demekî pir dirêj e me dît ku bi pevçûnan kes bi ser nakeve. Loma jî ji bo li herêmên xwe jiyaneke hêja bijîn, hewceye em têbikoşin. Em, di qonaxeke nû de ne. Lewma jî biryarên em niha didin, dikare derfetên azadiyê ji bo pêşerojê ava bikin. Ne tenê ji bo kurdan, dê hemû ol û etnîkên cuda jî azad bibin. YNK tim li dijî dabeşbûnane. Me her tim girîngî da giftûgoyan. Ev rêgez, rêgeza Mam Celal e. Ev vîzyon her tim dê pêşiya tevlîbûna demokratîk a tevgera siyasî ya kurdan veke. Îro jî bi hewldana nû ya Serok Ocalan pêvajoyek dest pê kiriye. Li tevahiya cîhanê kurdan dît ku şerên bi bandor, bi rêyên leşkerî nayên çareserkirin. Li gorî me divê êdî bi rêbazên çareseriya demokratîk, bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin. Pêvajo, heta niha bi hewldanên girîng ên DEM Partiyê dom kir. Loma jî rola hevalên me yên DEM Partiyê gelek girîng e. Deriyan guftûgoyê vekin da ku em bikarin rûpelekî avakar vekin. Aştî, di her alî de tê wateya îstîqrarê. Loma jî em hemû gavên ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tên avêtin, diparêzin. Gere em pêvajoyê bi zaneyî û bi wêrekî bidomînin. Bijî Kurdistan, bijî azadî.”


                                            

***

 

Nûçeya Eleqedar:

- Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gotûbêjek li ser wêjeya kurdî û 'Handa'yê

ad

Konferansa Aboriya Kurdistanê tê sazkirin

ad

Îdîa: Hevpeymana PDK-MÎT’ê li ser xendekan

ad

Xelata Wêjeyê ya Ostana dan Firat Cewerî

ad

‘Rê’ bê Kurdistan nabe

ad

Qeymeqamê Tekmanê kurdî qedexe kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname