Stenbol
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji sala 1991'ê ve xebatên xwe didomîne. NÇM'yê demekê li gelek bajaran şaxên xwe vekirin lê her cihê wan ê herî mezin li Stenbolê bû. Ev çend sal bû ji ber hin sedeman cihê wan biçûk, bû ciheke nû û mezintir vekirin.
Cihê nû yê NÇM'ê li Cîhangîra Beyogluya Stenbolê ye. Ji bo vekirina cihê nû îro li wê derê merasimek hat lidar xistin. Endam û rêveberên DEM Partiya Stenbolê, endamên Dayik^ne Aştiyê û gelek kesên din di merasimê de amade bûn. Ji beşdaran gelek kesî kirên kurdî li xwe kiribûn.
Di merasima vekirina cihê nû de yek ji hunermendên NÇM'ê Sakîne Jîr qala zehmetiyên li ser hunera kurdî û NÇM'ê kir û got, "Heta niha gelek cihên me guherîn. Gelek zehmetî derxistin pêşiya me. Li hemberî hemû zehmetiyan me ber xwe da. Em dizanin ku gelê kurd, dayikên me, ciwanên me li pişta me ne. Her ku ew li cem me bin, emê hê xurtir bibin."
Yek ji hunermendên NÇM'ê Engin Cengiz jî xêrhatin li hemû beşdaran kir û got, "Ji gelê kurd ku gelê qedîm ê Mezopotamyayê ye ji o hemû dinyayê aştî, dostanî, hêvî û baweriya bi jiyanê, em careke din dibêjin merheba."

Foto: Rûşen Aslan


