Diyarname
BDP'ê bang li gel kir ku bi awayekî girseyî beşdarî merasima cenazeyê Şerafettin Elçî bibin.
Cenazeya siyaset medarê kurd Şerafettin Elçî roja 27'ê mehê saet 07.00'an de dê ji Enqereyê bi balafirê bişînin Amedê. BDP'ê ji bo beşdariya merasima cenazeyê bangek wisa kir: "Saet 08.30 de dê cenaze li balafirgeha Amedê bê girtin û ji wir bi konvoyê bibin Cizîrê. Hemû rêxistinên navçe û bajar ên partiya me bila pêşwazî li kongreyê bikin û li Cizîrê bi awayekî xurt wî bişînin rêwîtiya wî ya dawî."
Partiyên kurdan peyamet hevbeş weşand
Di nav de DTK, OSP, ESP, BDP, EMEP, KADEP, HDP, DDKD, Însiyatîfa Azadî, Koma Diyalogê ya Dicle Firatê jî di nav de gelek partî û saziyên sivîl ên kurdan peyameke hevbeş weşandin banga beşdariya merasima cenazeyê kirin.
Li Cizîrê amadehî
Her wiha ji bo merasima cenazeyê Şerafettin Elçî amadehî tên kirin. Li ser wesiyeta Elçî cenazeyê wî li Cizîrê tê veşartin. Piştî merasimê dê şîn bê dayîn ûji bo vê yekê li Taxa Alibey a Cizîrê konek 30 metrekareyî danîn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Peyamên ji bo wefata Şerafettin Elçi
- Ahmet Turk: Bila serê gelê kurd sax be