Diyarname
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê îro li salona Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin Girtîgeha Nimreya 5'an a Amedê bibe "Muzeya Mafên Mirovan".
Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ve hat xwendin. Eren got ku Girtîgeha 5 Nimre ji bo rûbirûbûn û heqîqetê yek ji cihên girîng e û wisa dom kir, "Di serî de kurd, kesên cuda difikirin xistine vê girtîgehê. Ev girtîgeh navenda bîra zindî ye ku li vê derê mafên mirovan hatine binpêkirin. Loma jî ji bo derxistina holê ya heqîqetê, sazkirina rûbirûbûnê û mafên mirovan divê ev der zindî bê girtin. Wekî li Girtîgeha Amedê tiştin qewimîn, ji bo carek din li hemberî rûmeta mirovahiyê sûc neyên kirin divê ev der bibe muzeya mafên mirovan."
Eren got ku di demên berê de hin desthilatdaran fikra muzeyê anîne rojevê, lê di demên nêz de me bihîst ku dixwazin girtîgehê bikin 'cihê bîranîn û Muzeya Etnografyayê', ji bo vê yekê jî ev der îhaleyî şîrketek kirine. Eren wisa got, "Saziyên civakî, pîşeyî û saziyên kar ên Amedê dixwazin Girtîgeha Leşkerî ya Nimreya 5'an bibe Muzeya Mafên Mirovan. Bi vê armancê em dixwazin yên ku şahidiya vê demê kirine, mexdûr û saziyên sivil ên bajêr di nav projeyê de bin."
Foto: MA


