Diyarname
Amedspor 10'ê mehê li Parka Newrozê pîrozbahiya çûyîna Lîga Super lidar û girtina kûpayê li dar dixe. Li gor bernameyê Beser Şahîn, Koma Agirê Jiyan, Bajar û Dj Kejo, Dj Ramazan Karakaş, wê derkevin ser dikê.
Bernameyê pîrozbahiya Amedsporê saet 16.00'an de dest pê dike. Wê axaftin bêne kirin, dj wê derkevin ser dikê. Hunermend Beser Şahin saet 19.30 de wê li ser dikê be. Lîstikvanên Amedsporê wê saet 20.45'an de li ser dikê bin.
Firandina fişekên hewayî, kişandina fotoyê saet 21.30 de wê çêbibe, û saet 21.50 de Bajar, saet 22.25'an de jî wê Agirê Jiyan li ser dikê be û şevê temam bike.


