Edîb Polat
Min ew hîç nedîtibû û nas jî nekiribû, lê bi saya xwendina nivîsar û pirtûkên wî min ew dinasî. Berî Derbeya 12’yê Rezbera 1980’ê, xortên çepgir yên nifşa me, mirov dikare bêje ku bi têgeha berhema wî ya “Mîrat û Rastiya Sedsalan” kemilî û mezin bû. Gava ew di sala 1978’an de di encama êrîşek faşîst de felc bû, min dibistana lîseyê xelas kiribû û wekî xortekî ku ji polîtîkaya “destabilîzasyona” demî para xwe girtibe min riya zindanan nas kiribû. Rastî piştî çend salan, gava derket holê ku kî ji bo 12’yê Rezberê hel û merc amade kiribû, kî êrîşên çekdarî li dijî ronakbîran pêk anîbû û kî şerê di navbera çepgir û rastgiran de birêkxistin kiribû, hate famkirin. Lê êdî dereng bû, Tanîllî ji wan êrîşan kewa xwe xwaribû û birîna xwe girtibû; neçar mabû ku bi saya ereboka bi tekerlek bijî.
Di mehên dawî yên sala 1993’yan de, pirtûka min a “Di Zimanê Zanistê de Kurd û Kurdistan” hat çapkirin, lê ew jî ket ber pêla qanûnên “qirkerê rewşenbîran” û doz lê hat vekirin. Dema ku min ji pirtûkek din ceza girt û ketim zindanê, min ji gelek ronakbîr û nûseran re name şand. Yek ji van jî Prof. Dr. Server Tanîllî yê ku wê demê li derveyî welêt dijiya bû. Piştî demek kurt wî di rojnameya Ozgur Gundemê de, di der heqê doza ku ez û Beşîkçî bi hev re dihatin darizandin de nivîsa li jêr nivîsî:
Ez bi heyranê “Kurdîlîhîcazkarê” Me!(*)
Prof. Dr. Server Tanîllî
Ji ber ku ez ji Kadikoyê me, wê deverê û der û dora wê baş dinasim. Şeqama ku riya Baxdayê û berjor, ber bi îstasyonê ve bi Yukarigoztepe re dide girêdan Şeqama Mehmet Efendiyê Tûtinfroş e. Ez ew çend bi vê yekê bawer im, ew rehmetiyê ku navê wî li wir kirine, xwediyê camiyek şêrîn e ku li dawiya rê hatiye avakirin û navê wê niha jî “Camiya Tûtinfroş Mehmet Efendî” ye.
Ev yek ji mînakên xweşik e ku navê zatekî wiha xwedî xêr û xêratan nifş bi nifş bi taxekî re dibe yek.
Di salên heftêyî de demekê min xwest li wir akincî bibim, lê ez çi bibînim? Navê şeqamê hatiye guhertin; bûye Şeqama Îstasyonê. Kî zane, belkî jî zibîdiyek berpirs ku navê wê yê dirêj kiribû derd, bi carekê re xêz kişandibû ser navê ku çend nifş in li ser zimanan bû. Dema wiha tevgeriyabû, ne tenê giyanê Mehmet Efendiyê Tûtinfiroş êşandibû, her wiha bêhurmetî jî ji mêjoya taxekî re kiribû.
Bi rastî ez xemgîn bûbûm.
Li Stenbolê bi mudaxeleyên wiha ehmeqî, guhertinên wiha yên derbareyê navên taxan de hene. Yek ji wan jî guhertina navê Samatya ye ku ew kirin Kocamustafapaşa.
Ev yek ji rêderketinek me ye.
Îro gava hûn ber bi axa ku niha jê re dibêjin “Rojhilat” û “Başûrê Rojhilat” lê bi sedsalan wekî “Kurdistan” dihat binavkirin de biçin, hûn dê di her gavekî de guhertinên wiha bibînin. Gelek navên bajar, navçe û mezrayan hatine guhertin; ew navê ku baş tê zanîn Diyarbekir kirin Diyarbakir, Elezîz kirin Elazig. Nexasim hin mînakên din yên di kurdî de hene ku jixwe nayên jimartin.
Mudaxaleya ji bo navên mirovan jî, berdewama vê hişmendiyê ye.
Ji ber ku li wan deveran kurd dijîn, bi aqilkê xwe yê biçûk qaşo wan dikin tirk! Lê tiştên ku dikin çi ye bi rastî? Bi hurmetiya li dijî dîrokê, li dijî ziman, çanda û dîroka gelekî ye. Û raste rast jî asîmîlasyon e, ango “pişaftin” e!
Tewer li hember kî?
Li hember dîrok, ziman û çanda gelekî eqreba û xinamî ku bi sedsalan e qîz dane hev, ku bûne hevparên hev ên heta bigre bi stranan.
Hêçbûnî ku carekê ji zincîrên xwe filitî, êdî serî berdide û diçe!
Hişmendiya ku navên bajar, navçe, kevir û çiya û mirovan buguherîne, li hember navên ajalên ku li wir digerin û navên nebatên ku li wan çiyayan hêşîn dibin bê elaqe dimîne?
Nekenin ha, ji kerema xwe re guh bidêrin!
Bîyolog Edîb Polatê ku niha ji ber “cezayê” pirtûka xwe ya bi navê “Me Berbangan Bi Newroz Kir” di zindanê de ye, di sala 1992’yan de bi navê “Di Navê Zanistê de Kurd û Kurdistan” pirtûkek diweşîne. Nivîskarê ku piştî lêgerînek dûr û dirêj ew berhem nivîsiye, bi tevayî 83 cure nebatan digel bi navên wan yên rastî û taybetiyên wan, 9 cure jî ajal dike mijar û xeletiyên di vî warî de radixe ber çavan.
Hûn dê bêjin “Ev xizmetek e ji zanistê re”.
Hûn wiha bizanin, lê hela guh bidin domahîkê: Pirtûk bêyî ku biryara civandinê der heqê wê de hebe (niha jî tune ye), 5 mehan di Dadgeha Enqereyê ya Ewlehiya Dewletê bi hinceta “pêkanîna propagandaya cudakariyê” tê darizandin. Îsmaîl Beşîkçî jî ji ber ku pêşgotin ji berhemê re nivîsiye, derdikeve pêşberî dadgehê. Şikir ku lijneya Dadgehê berî serî li pêzanan bide, bi yekdengî biryarek wiha dide: “Ji ber tiştên ku di pirtûkê û pêşgotina wê de hatine nivisîn, ne wekî propagandaya cudaxwaziyê, lê bêtir me ew di çarçoveya rexneyan de dît, ji bo hemî bersûcan û weşanger biryara beraatê hat dayîn.” Di birayerê de tê nîşankirin ku pirtûk xebatek zanistî ye û nivîskarê wê bîyolog e.
Lê belê dozgerê DGM’ya Enqereyê, li hember vê biryarê bertek nîşan dide û dosyayê dişîne Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî ji dewsa ku vê biryara bi ehmeqî red bike, biryara beraatê ji aliyê esasî ve xera dike û di biryara xwe de wiha dibêje: “Bersûcan propagandaya ku armanca wê xerakirina yekgirtîbûna dewletê bi welat û miletê xwe re kirine.” Û li ser vê yekê ceza tê xwestin.
Di çapemeniyê de doza ku wekî “Doza Pirtûka Biyolojiyê” tê zanîn didome û çend roj bi şûn de jî rûniştinek din dê ji bo vê yekê pêk were.
Baş e xwendevanên min yên xoşewîst?
Tiştê ku ez dê lê zêde bikim jî ev e: Ji ber ku pir li ser hat sekinîn ku darizandina fikr û ramanan, niha jî mijarên zanistî ya li pêşberî dadgehê karekî paşverû ye, ez vê yekê dubare nakim. Gelek eşkere ye ku mafê kesekî nîn e rêzgirtina bo hiqûqa navborî û dadweriyê bike pênc pere. Doza navborî li ser bingehek ew çend “faş” hatiye danîn ku, mirovan dîn dike. Mînak ez bêjim ji “Kurdilihicazkar hez dikim” hun dê çi bikin? Ji sucê “cudaxwaziyê” hûn dê êrîşî min bikin?
Nekenin, hişmendiya we digihîje heta wir!
Efendîno, werin ser xwe: Bi ramanan, bi dadweriyê, bi hiqûqê nelîzin û van kirûyên pîroz nekin qeşmer!
Dest ji berstûka mirovan berdin!
Di vê navê de, ez, kî çi difikire bila bifikire, peyva xwe dubare dikim: derew nîn e, bi rastî jî bi heyecanê “Kurdîlîhîcazkarê” me!
(*) Ev nivîs di 05. 02. 1994an de, di rojnameya Ozgur Gundemê de hatiye weşandin.
***
Nûçeya eleqedar:
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Piştgiriya Demîrtaş ji bo Beşîkçî pîroz e!
- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê