Diyarname
16'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe "!f İstanbul" didome. Îro di nav fîlman de du kurtefîlmên bi kurdî jî hene. Her du fîlm 26'ê mehê jî têne nîşandayîn.
Vane ew her du fîlm:
DIYARÎYEK / Derhêner: Muhammed Seyîd Yildiz
Rojekê keçikek biçûk ji bo mêvanên xwe diyarî bigire dikeve rê... Fîlmê Muhammed Seyîd Yildiz di nav kurtefîlmên "Aslanlar ve Ceylanlar" de tê nîşandayîn.
22'yê mehê (saet 16, li Cinemaximum Kanyon, Salon 9)
26'ê mehê (saet 14.15 li kargART)
HEVRÊK / Dêrhêner: Rûken Tekeş
Li Mezopotamyayê ji etnîk, ziman û olên cuda zarok ligel hev diçin dibistanê. Zelal keçikek êzîdî ya 7 salî ye. Di rojek ji rêzê di dersa tirkî de mamoste peyva hefteyê wekî "O" diyar dike. Hevalên Zelalê yên li polê dê wê tîpê bi awayekî ne li bendê ne bikar bînin. Ev kurtefîlm di nav kurtefîlmên "Aslanlar ve Ceylanlar" de tê nîşandayîn.
22'yê mehê (saet 16, li Cinemaximum Kanyon,Salon 9)
26'ê mehê (saet 14.15 li kargART)
**
Nûçeyên eleqedar:
- 'Super Qehremanê kurd Gênco' hat
- Di '!F İstanbul'ê de fîlmên kurdî
- Di '!F İstanbul' de sohbetên ligel derhêneran
- Bi telefonê destan mirov çawa dikare belgefîlm bikişîne?