Vê sibê li Stenbolê baraneke gelek xurt barî... Piştî baranê dîmenên ecêb derketin holê. Tiştê tê zanîn ev e: Li dinyayê xelk li ser behrê xaniyan çêdike û tiştek bi wan nayê, lê li Stenbolê piştî du dilop baranê ev rewş derdikeve holê. Vane hin wêne ji barana Stenbolê ya îro: 
Û hin not:
- Metroya M1 ku navbera Yenîkapi-Bakirkoy kar dike rawestiya...
- Ya ku di navbera Kîrazli/Bakirkoy - Balafirgehê kar dike rawestiye.
- Tramvaya T1 bi temamî rawestiya.
- Tramvaya T3 bi temamî rawestiya.
- Teleferîka Eyup-Pierlotî rawestiya.
- Ketina Metroyê ya Taksîmê ya aliyê Geziyê ji ber baranê hate girtin.
- Di rêya D100 de ji ber teqîna logarê rê di bin avê de ma.
- Rawestega Metro ya Ulubatli di bin avê de ma. Ya Bayrampaşayê jî.
- Li Uskudarê lehiyek mezin rabû. Mirov di nav avê de man.
- Hin firînên ji bo balafiran hatin betalkirin.
- Tunela Avrasyayê ji bo 30 deqîqeyî hat girtin û paşê hat vekirin.


