logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Piştgiriya Demîrtaş ji bo Beşîkçî pîroz e!

Demek berî niha wî hin rexneyan anî, li kurdan jî anî. Belkî sarbûnek pêk hat di navbera wî û kurdan de, lê ji ber çikse

  • Dîrok: 10/03/2011
  • Beş: Serbest

Edîb Polat

Methê kesên mezin û biqedr û qîmet hêsan e, xasma di rojên xweş de pir pêkan e, lê ew ne hewceyî tiştek wisa ye. Belkî bi sedan nivîs der heqê wî de derketine, lê piraniya wan dema ew ne di hefsê de bû hatine weşandin. Carna ew tenê ma, bi serê xwe meşiya, kesekî silav neda wî, carna ew pir bû, bû girse, bû gel, bû pîroz, lê wî ji her du mercan jî tesîr negirt. Her riya ilmî parast, serbilind sekinî.
Demek berî niha wî hin rexneyan anî, li kurdan jî anî. Belkî sarbûnek pêk hat di navbera wî û kurdan de, lê ji ber çiksekinandina wî ya li dijî sîstema mêtingeh, ew ji rastiyê dûr neket, pêşniyariyên xwe pêşkêşî kurdan jî kir, mînak got: “Çima dewlet wekî heyet bi Ocalan re dikare biaxife, lê çima destûr nadin di dema hevdîtinan de heyetek bi Ocalan re be jî?” Ev fikra wî eleqeyek mezin dît, hat pejirandin, bû mijara nivîsan. Dewlet dost û neyarên xwe baş dizane, lewma vê carê ne sîstema “Ergenekon”, lê desthilatdariya AKP’ê rê da ku ew ceza bixwe. Sal û pênc meh ceza lê birîn. Dîsa, belê dîsa. “Dewleta Tirk”, “Pirsgrêka Kurd”, “Beşîkçî Xoce” û “Ceza”!... Ev çar peyv nêzîkî 50 sal in di vê serdemê de di mêjiyê kurd û tirkan de dubare dibin.
Li temenê wî yê heftê salî nenihêrtin û dîsa ceza dan ji ber “sûcê” wî yê ne sûc. Wî wekî her car dîsa “beraat” nexwest, wekî her car ji peyva “Kurdistan” îmtîna nekir, ji ber ku wî xwestina beraatê wekî parçeyek ji sîstema dîtîna “sûc”ê ramyariyê didît. Mafdar bû, heke li cihekî sûc tune be, divê ne îdîaname hebe, ne jî xwestina ceza û beraatê. Cezagirtina Beşîkçî nîvqirnek e ku didome, yên ku ceza didin wî nabetilin, lê kurd, tirk, tewer dinya jî ji bihîstina peyva “ceza”yên ji bo wî dibetilin. Ev peyv sîstemê jî diherifîne helbet. Piştî 50 salan Beşîkçî derxisitin weşana zindî ya TV’yê. Piştî xwestina cezayê sed salan, raketina 17 salan ya di zindanê de, ew derxistin weşana zindî. Cara ewil wî qala îşkenceyên li ser wî çespandine kir. “Di 5-6 meha rezbera 1982’yan de, 6 roj berî Darbeya 12’yê Rezberê, Mîralayek bi hezîranê bi destê xwe” lê îşkence kiriye. Derketina TV’yê pêşdeçûyînek e, lê ne parçeyek ji “pêşvekirina demokratîk” e. Ji ber ku di heman rojan de cezayek nû yê di dema “qaşo pengavên demokratîk” de lê tê birîn. Wekî ku ew dibêje, “desthilatdarî bi riya dadgehan û darezandinê polîtîkaya xwe ya derbareyê kurdan de didomand.”
Di van rojan de weşanxaneya Îletîşîmê ji bo rêzgirtina wî, bi navê “Îsmaîl Beşîkçî” pirtûkek weşandiye. Tê gotin ku di vê pirtûkê de nêzîkî 50 nivîsên nivîskaran jî hene. Ev jî ji bo piştgiriya sekna Beşîkçî gavek girîng û hêja ye. Mirov dipê ku ev 50 kes her dem piştgiriya wî jî bikin, ne tenê hest û ramanên xwe binivîsin. Dibe ku ew kes grûbek wekî “Piştgiriya Bi Beşîkçî re” ava bikin. Gava ew di DGM û “Dadgeha Rêveberiya Awarte” de dihat darizandin, pêdiviya wî bi girseyek alîgir hebû, belkî ji niha pê de jî hebe. Min ew pirtûka rêzgirtinê hêj nedîtiye û nexwendiye. Lê divê xebatên wiha di encama lêkolîn û lêgerînekê de, mînak fikrên kesên pê re di hefs û zindanan de mane, kesên pê re îşkence kişandine jî werin sitendin. Beşîkçî ne ew kes e ku di cîldê pirtûkekê de bi cih bibe, an xebat û serpêhatiyên wî, bîr û boçûnên der heqê wî de ew çend kurt were zimên.
Wî tenêtî pir kişand, tê bîra min dema “înfaz yasasi” (qanûna bicîhanîna ceza) derket, gelek kesên ji rêkxistinan hatin berdan. Wê demê merhûm Eyşenûr Zarakolu wiha got, “Kesek li rewşa Beşîkçî napirse!” Belê, mixabin nedipirsî.
Kurtebîranînek ji dema ku ez û wî ji ber darizandina pirtûka “Di Zimanê Zanistî de Kurd û Kurdistan” (Bilim Dilinde Kurtler ve Kurdistan) dixwazim bi we re parve bikim: Ew bi Wedat Yenîçerî (Xwediyê Weşanxaneya Otekî) û Unsal Ozturk (xwediyê Weşanxaneya Yurtê) re hatibû salona DGM’ê, ez berê çûbûm û li wir li benda wan bûm. Tenê du mele ku yek ji alî Serhedê yek ji aliyê Mêrdînê bû li ser banqekê rûniştibûn. Beşîkçî nivîsek amade kiribû -ji bo pêşgotina pirtûka navborî dihat darizandin- rûpelek û nîv bû, hêj ew li mala min e, ew da min. Min çavek lê gerand, parastinek hiqûqî bû, tiştek “tûj!” an “mirov jê bitirse!” tune bû. Lê gava wî dora peyvê sitend, rabû piya, ewil hêdî axifî, piştre hêrs bû û dest ji wê parastina nivîsî ber da, got: “Dewletê Qulp daye ber topan, Licê serobino kir, Cizîr daye ber guleyên tanqan, ew çend gund şewitandin û xera kirin, hûn hê qala bikaranîna navê giyayên  Kurdistanî dikin? Em vê zilma li ser kurdan qebûl nakin, eger ev sûc be, ez tevlî îdîanameya dozger dibim, divê hûn ceza bidin me. Lê ev fikrên min yên azad in, an hûn dê van fikran azad berdin an hûn dê me di zindanê de birizînin!” Heyeta dadgehê û dozger şaş man. Gava em derketin, her du mela xwe tewandin destê mamoste, lê wî ji destmaçkirinê hez nedikir, nehişt. Yekî ji wan got: “Em di mala xwe de newêrin li cem zarokên xwe bêjin Kurdistan, hûn li hember van generalan dibêjin, em  deyndarê we ne…”
Me di dawiya wê darizandinê de jî ceza xwar: her yek salek û heşt meh. Lê ev ceza her çiqas nehat zimên jî, ji ber bikaranîna “Kurdistan” a di termên biyolojiyê de hat bipaşdexistin. Der heqê Beşîkçî de cezayê yekem bû ku dihat paşdexistin!
(Di demên pêş de, bîranînen xwe yên der heqê Beşîkçî de ez dê binivîsim, dê biberfirehî qala parastinan û rojên zindanê bikim.)
Gava Beşîkçî rexne li Ocalan anîbû, tê bîra her kesî çawa tenê hatibû hiştin. Helbet nêrîn û siyaseta serokê tevgerekî ku berpirsiyariya deh-hezaran gerîla û mîlyonan kesan li ser mila ye û ya zanyarekî nabe yek. Zanyar takekes e, aram e, nirxandinên rihet dikare bike, xem û metirsiya wî ji mêzîn û balansa nava wî gelî û dewletê de nîn e, lewma bi hêsanî kare ji serokekî bixwaze ku ew mîna mîlîtanek tevbigere. Niha Beşîkçî jî dizane ku piştî 13 salên di zindanê de derbasbûyî, nikare ji heman kesî re bêje “sekna riziyayî”. Lê kesên ku bo vê rexneya wî xwestin dengê wî bibirin jî rast li bertekan hatin. (Yek ji wan ne şaş bim Samî Tan bû ku gotibû, Beşîkçî van bertekên tûj heq nake, divê em jê re rêzdar bin.)
Beşîkçî heman Beşîkçî ye, gava qala “sekna riziyayî” jî dikir ew Beşîkçî bû, divê mirov dîtina wî wekî “rexne” binirxandana, gava pirtûka “Ramanên li ser PKK’ê” jî nivîsî heman Beşîkçî bû. Gava wekî “Ziya Gokalpê Kurdan” hat dîtin jî û gava ji “propagandaya PKK bi dehsalan ceza xwar jî heman Beşîkçî bû. Çawa ku dewlet divê hînî ramana azad ya wî bibe, her wiha divê kurd jî hînî rexneyên wî bibin. Lê hin der û dor an kesên ku gava Beşîkçî rexneyan li tevgera kurd ya niha tîne, radihêjin kevnikê û dihejînin, zêde bextewar dibin û dixwazin vê sekna wî bi kar bînin, di dema ku BDP li Beşîkçî xwedî dertê, niqrîsk li qirika wan dikeve; mirov dê ji vê yekê re bêje çi nizane. Ev 19 sal in ez wî dinasim, di her du rewşan de jî min têkiliya xwe pê re nebirî, ew heman Beşîkçî bû, wekî kurd dibêjin li ser darê jî û li bin darê jî neguherî. Yên ku diguherin em bûn, yên siyasetmedar bûn, yên dixwestin wî têxin hin qalib û prensîban bûn. Yên ku dixwestin ew di formek ku wan dipa de bibînin bûn. Lê, gava Beşîkçî ceza bixwe bi nêrînek cihê, gava li derve be û di “medyaya rengîn” de cih bigre cihê were nirxandin, ne rast e, çewtiyek mezin û dîrokî ye.
Serokê BDP’ê di axaftina grûba xwe ya roja 08. 03. 2011’an de qala cezagirtina Beşîkçî jî kir û wiha got: “Her çiqas wî rexne li me kiribe jî, ji ber cezagirtina wî em dê heta dawî li gel Beşîkçî xoce bin.” Ev piştî ew çend rexne û nîqaşan gavekî pîroz û di cih de ye, xoce vê yekê û jê bêhtir jî heq dike. Partiyek bêhtir ku ya kurdan e, divê li zanyarek giyankurd xwedî derketaya. Lê pirsek tê eqlê mirov, çima wextê ku ew tenê dihat hiştin de kesekî ji heman partiyê derneket û negot “însaf!”
 

edibpolat@hotmail.com


***

Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê
  

 

Foto: Cemil Oguz

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Silêmanî semînerek li ser romana kurmancî

ad

Berendamê îtalî 'The Hand of Gad

ad

PênGAVa 3'yem derket!

ad

Diyarbakispor tîmek ecêb e welhasil!

ad

Nobela Aştî kerde hîri parçey

ad

Endamê Îtfaîyeyê yê Şaredariya Amedê mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname