Diyarname
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji bo Lîga 2'yemîn, serdema 2022-2023'yan pişke kişand û tîmên ku dê di Koma Sor û Koma Spî de cih bigirin diyar kirin.
Di Lîga 2'yemîn de çend tîmên bajarên kurdan jî hene. Di encama pişkeyê de ji tîmên bajarên kurdan Amed, 24Erzîncan, Batman Petrol, Şanliurfa di Koma Spî de cih girtin. Diyarbekir, Van û Adiyaman Spor jî di Koma Sor de cih girtin.
Di Koma Sor de 20 tîm, di Koma Spî de 19 tîm cih digirin. Maçên îsal rojên 27-28'ê gelawêjê dest pê dikin û lîg roja 29'ê avrêla 2023'yan dê bi dawî bibe.
Ji bo diyarkirina Komên Lîga 3'yemîn jî îro saet 15'an de dê pişke bê kişandin.
Va ne komên Lîga 2'yemîn:


