Diyarname
Hevalê me Şengul Ogur ji Mêrdînê ye û li Mêrdînê mamoste ye.
Helbet we dîtiye heta niha hin nivîsên wî di Diyarnameyê de di beşa SERBEST de hatin weşandin. Em kêfweş bûn ku wî nivîsên xwe bi ser Diyarnameyê re digihand xwendevanan. Û em kêfxweş bûn ku ew di nav hilberîneke her demî ya nivîsê de bû.
Demek berê me jê xwest ku wekî Qunciknivîskarê Diyarnameyê bi rêk û pêk ji bo me binivîse. Lê wî "anarşîstî"ya xwe nîşan da, qebûl nekir, xwest em wisa bidomînin; Her ku wî nivîs şand em biweşînin. Lê vê carê me zor lê kir û me ew ji nav "anarşîstî"yê kişand nav rêk û pêkiyê.
Em bi beşdariya Şengul Ogur a nav qunciknivîskarên me kêfxweş bûn.
Ji niha û pêde ew dê di quncikê xwe yê bi navê QAQIBO de nivîsên xwe pêşkêşî we bike.
Em jêre dibêjin tu bixêr hatî. Bila hubrê pênûsa te neqede.


