Diyarname
Tîma Beşîktaşê lîstikvanê belçîkî Leandro Trossard ji tîma îngilîz Arsenalê transfer kir.
Arsenal di serdema 2025-26'an de li Îngilistanê bû şampiyon. Yek ji lîstikvanê di vê şampiyoniyê de keda wî heye jî lîstikvan Leardro Trossard bû. Trossard niha hat Beşîktaşê.
LI PREMIER LÎGÊ
Trossard di sala 1994'an de hatiye dinê; ji sala 2010'an de bi awayekî profesyonel fûtbolê dilîze.
Trossard ji sala 2019'an de di Premier Lîgê de dilîze. Sala 2019'an ji Genka Belçîkayê çû Brightona Premier Lîgê, di sala 2023'Yan de çû Arsenalê û ev sê sal bûn li wir bû û piştî şampiyonî niha berê xwe da Beşîktaşê.
LI ARSENALÊ
Trossard li Arsenalê bi giştî li ser baska çepê dilîst. Di serdema 2024-25'an de 38 maç lîst, 8 gol û 7 asîst, di serdema 2025-26'an de 31 maçan de lîst, 6 gol avêt û 6 jî asîst kir. Ligel kûpayên Îngilistanê par bi gşitî di 50 maçan de forma li xwe kir.
LI KÛPAYA CÎHANÊ
Trossardê ku formaya tîma neteweyî ya Belçîkayê jî li xwe dike, di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de jî forma li xwe kir. Bi taybetî di maçên koman de, di maça ligel Zelandaya Nû de (5-1) lîst û 2 gol avêt. Trossardî di hemû maçên kûpayê de forma li xwe kir.


