Diyarname
Lîstikvanê navdar ê NBA LeBron James roja 24'ê mehê beşdarî tîma Philadelphia 76ers bû. Ji ber vê yekê Waliyê Pensîlvanyayê bi awayekî fermî ev roj wekî "Roja LeBron James" ragihand.
'JI BO REQABETÊ MIN BIRYAR DA'
Basketbolkarê navdar LeBron Jemas ê 41 salî ev heşt serdem bû di tîma Los Angeles LAkersê de dilîst. Peymana wî xilas bû û ew transferê Philadelphia 76ersê bû. Wî ji bo du salan bi 8 mîlyon dolarî peyman girê da. Ev buha, li gor biryarê lîgê buhaya herî hindik e. Jamesî piştî peymanê di X'a de xwe got, "Berê tu demekê wekî niha ez neketibûm tengasiyê ka ezê çi bikim. Ji ber ku tu fikreke min tune bû. Ev biryar ne ji bo pereyan an jî ji bo malbatê, ji bo ez hê jî dixwazim reqabetê bikim û bilîzim min daye."
KÊFA WALÎ Û ROJA JAMES
Piştî vê transferê Waliyê Pensilvanyayê Josh Shapiro belgeyek bi ser hesabê xwe re par ve kir û got, "Ez wekî waliyê Pensîlvanya û alîgirekî xurt ê Sixersê, li bar rayeya dane şexsê min, ez îro qekî ROJA LEBRON JAMES radigînim."
Di belgeyê ku walî belav kiriye de her wiha dibêje, "Em gelek serbilind in ku Jamesî li vir pêşwazî bikin."
LÎSTIKVANÊ HERÎ ZÊDE LÎSTINE
Lîstikvan LeBron James di NBA de kesê herî zêde hejmar lê kiine ye û herî zêde di maçan de lîstiye ye. Ew ligel Philadelphia 76ersê wê serdema xwe ya 24'an bilîze.


