Diyarname
Fatih Tekke teknîk dîrektorê Trabzonsporê ye. Kurê wî yê bi navê Mustafa Emin Tekke li hemberî Amedsporê gotinên nijadperest û yên nefterê anîn ziman. Li ser vê yekê Komeleya Hiqûqnasên Amedsporê der barê wî de serî li dozgerî da û xwest doz bê vekirin.
Amedspor di çarçoveya amadehiyê de îro dê ligel Alanyasporê maçeke amadehî bilîze. Kurê Tekke yê bi nave Mustafa Emin Tekke jî li bin agahiyên vê maçên gotinên nefret û nijadperest anîn ziman, ji Amedsporê re got "Terorîst". Tekke gotina "Van terorîstan têk bibin" bikar anî.
Li ser vê yekê Komeleya Hiqûqnasên Amedsporê serî li dozgerî dan û xwest der barê wî de doz bê vekirin.
MAÇ 1-1 XILAS BÛ
Di vê navberê de maça îro saet 11'an de dest pê kir, bi 1-1'ê bi dawî bû. Gola Amedsporê di deqîqeya 44'an de Berk Kizildemîr avêt.


