Diyarname
Tîma Beşîktaşê di maça Lîga Şampiyonan de îşev ligel Portoyê lîst. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû û bi vê yekê yekemîn car tîmekî ji Tirkiyeyê wekî yekemînê komê ji koman derdikeve û derbasî 16 tîmên Lîga Şampiyonan dibe.
Li ser maça îro vane hin not:
- Îro maçên 5'emîn ên Lîga Şampiyonan hatin lîstin. Porto bi Felipe (deqîqe 29) bi 1-0 derket pêş û Başîktaşî bi Talisca (deqîqe 41) bersiv da: 1-1. Her du tîman pûanek girtin.
- Bi vê Beşîktaş bû xwedî 11 pûanan, Porta di 7 pûanan de ma. Di komê de Leipzig (4 pûan) û Monaco (2 pûan) îşev bi hev re dilîzin. (Dema ev nûçe hat weşandin maçê nû dest pê kiribû)
- Beşîktaş di 5 maçan de 3 caran bi ser ket û di du maçan de wek hev ma, qet têk neçû.
Beşîktaşî bêrîka xwe tije kir
- Beşîktaşî bi derketina ji koman 12 mîlyon Euro bi dest xist. Ji 5 maçên lîst bi 3 serketinan 4.5 mîlyon Euro, bi 2 wekheviyan jî mîlyon dolarek bi dest xist.
Maçên Koman
- Maçên dawî yên komê 6'ê meha 12'yan têne lîstin. Beşîktaş diçe Leipzigê, Porta li mala xwe Monacoyê dike mêvan. Kîjan tîm bibe duyem dê ji koman derê û sêyemînê komê diçe Lîga Ewropayê. Çaremîn vedigere mala xwe.
Reqîbên îhtîmal
KUNYE:
BEŞİKTAŞ-PORTO
STAD: Vodafone Park
HAKÊM: Mateu Lahoz
BEŞÎKTAŞ: Fabri, Gokhan, Pepe, Tosiç, (Medel Dq45.), Adriano, Quaresma, (Negredo Dq.90), Atiba, Tolgay, Talisca, (Oguzhan Dq.87) Babel, Cenk
PORTO: Jose Sa; Maxi Pereira, Felipe, Marcano, Alex Telles, Danilo, Herrera, Sergio Oliveira, Ricardo Pereira, Brahimi, Aboubakar
GOL: Dq.29 Felipe (Porto), Dq.41 Talisca (Beşiktaş)