Diyarname
Şaredariyên di destê AKP'ê de yek bi yek konserên hunermendên kurd betal dikin. Vê carê konserên Mem Ararat û Aynur Dogan ên ku dê li Bursayê li dar biketana hatin betalkirin.
KONSERA MEM ARARAT
Li gor bernameyê divê hunermend Mem Ararat roja 29'ê mehê dê li Navenda Çanda Kongre ya Ataturk a Merinosa Burnayê konser bida. Zîz Muzîk ku konserên Mem Ararat lidar dixe daxuyaniyeke belav kir û got, "Her tiştê me amade bû, bilêt hemû hatibûn firotin, berî 3 rojan ji bo konserê vê sibsê ragihandin ku konsera me betal kirine." Walîtiya Bursayê wekî sedem "ewlehiya raya giştî" nîşan daye.
KONSERA AYNUR DOGAN
Aynur Dogan ku niha derketiye tûrneyê di vê çarçoveyê de 31'ê mehê dê li Kultur Park Açikhava ya Bursayê konser bida. Lê konsera Dogan hat betalkirin. Şaredariyê ji ser hesabê xwe yê twittirê re ragihand ku eleqeya wan bi betalkirinê re nîn e, lê bi kompaniya organîzasyonê re ketine têkiliye, wan bi xwe ev konser betal kirine.
Konsera Aynur Dogan a 20'ê gulanê ya li Derînceya Kocaeliyê jî hatibû betalkirin ku ev der jî şaredarî di destê AKP'ê de ye.
MA
***
Di van rojan de çend çalakiyên hunerî yên hatine qedexekirin:
- Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
- Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin