Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir
Diyarname
Hunermend Aynur Dogan ku dest bi konseran kiribû û vê 20'ê mehê divê li Derinceya Kocelî konsera xwe pêþkêþ bikira lê þaredariya Derince ku di destê AKP'ê de ye destûr neda konserê.
Aynur Dogan dest bi rêzekonserên xwe kiriye. Di nav konserên vê mehê dê li dar bikevin de Îzmîr, Kocaelî, Enqere, Antalya, Stenbol, Edene û Bursa hene lê niha xebera qedexeyê hat.
Konsera 20'ê mehê dê li Derinceya Kocaeliyê ba lê þaredarî ew betal kir. Konser dê li Salona Þaredariya Derince ba, lê Þaredariya Derinceyê ku di destê AKP'ê de ye konser betal kir.
Þaredariya Derînce bi ser hesabê xwe yê tora civakî re daxuyanî belav kir û wisa got, "Li nav sînorên navçeya me dê kompaniyeke taybet konser li dar bii-ista, li ser lêkolînên me yên berfireh me diyar kiriye ku konser ne guncan e û þaredariya me ev yek betal kiriye."
Þaredarî diyar nekiriye çima ne guncan û konser betal kiriye.
Li ser vê yekê heta niha Aynur Dogan an jî kompaniya ku ev konser organîze dikir tu agahî nehatiye belavkirin.